‘Bila daxwaza girtiyan bên cih’ 2021-02-22 09:04:52   COLEMÊRG - Hevseroka Çelê ya HDP’ê Lahîce Yaşli der barê greva birçîbûnê ya ku girtiyan daye destpêkirin de axivî û da zanîn ku ger ku tecrîd ranebe wê mirin çêbibin û wiha pê de çû: “Armanca hevalên girtî tenê aştiyeke mayînde ye.”   Bi armaca ku tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî ketin greva birçîbûnê û grev diroja 88’an de didome Hevseroka HDP’a Çelê Lahîce Yaşli tecrîd nirxand.   ‘Grev bidomin wê mirin jî çêbibin’   Lahîceyê diyar kir ku tecrîd bi salane didome û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan e di bin tecrîdê de ye û ev tişt anî ziman: “Daxwaza girtiyan ev e ku tecrîd rabe û aştî û aramî bê welat. Şertên girtîgehan ne baş in. Di pandemiyê de heval ketin grevê. Bedena wan bê vîtamîn dimîne. Grev bidomin wê mirin jî çêbibin. Daxwaza hevalan aştiyeke mayîn de ye.”   ‘Divê her kes hestiyar tev bigere’   Lahîceyê balkişand ser greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven di 2018’an de dabû destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di wê berxwedanê de 8 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Daxwaza me ji dewletê ev e ku tecrîd rabe. Bila daxwazên girtiyan bê cih. Ev daxwaza hemû gelan e. Divê her kes bi hestiyar tev bigere.   ‘Bila dayik êşê nejîn’   Lahîceyê di dawiyê de wiha got: “Hîna ku grev veneguherîne rojiya mirinê bila her kes destê xwe bike bin kevir. Divê dewlet jî guh bide dengê girtiyan. Bila dewlet bizane ku muzakere bê kirin wê êdî mirin çênebin. Daxwaza me ev e ku mirin çênebin.”