Hêzên têkoşîna yekbûyî: Şerê me bi qesrê re ye 2021-02-22 09:03:40   STENBOL- Burcugul Çubuk ya ku di deklerasyona Hêzên Têkoşîna Yekbûyî de hat binçavkirin û piştre rastî hepsa malê hat wiha got: “Em hêzên ku îro ji bo desthilatdariya faşîst têk bibe ne. Şerê bi qesrê re ye.”   Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di 4’ê Sibatê de li Kadikoyê ji bo damezrandina xwe deklere bike daxuyanî da û polîsan êrîş kir 61 kes hatin binçavkirin. Ji bo 33 kesî hepsa malê, qedexeya derketina derve hat dayîn. Endama Hêzên Têkoşîna Yekbûyî Burcugul Çubuk û hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş diyar kirin ku BMG hilweşîna faşîzmê hedef digire.   Burcugulê got di encama nîqaşa mijara têkoşîna yekbûyî ya 7 pêkhateyan de BMG derketiye holê û got: “BMG rêxistinbûna yekbûyî hedef dike. Têkoşîna tê hedefkirin têkoşînek dijfaşîst nîne. Têkoşîna dijfaşîst li dijî tifaqa AKP-MHP’ê girîng e. Em li dijî faşîstbûnê têkoşînê bixwe pêşniyar dikin. Lê divê em pêşeroja xwe bibînin û têbikoşin.”   ‘Ji bo pergalê tirsê diafirîne’   Burcugulê êrîşa polîsan a li dijî Deklerasyona Hêzên Têkoşîna Yekbûyî bi bîr xist û got: “Hêzên Têkoşîna Yekbûyî ji bo bloka faşîst hêz e. Li dijî vê jî dikevin êrîşê. Hêzên Têkoşîna Yekbûyî rewabûna xwe ji têkoşîna mafdar digire. Hêzên Têkoşîna Yekbûyî ji bo gelan hêviyê diafirîne lê ji bo pergalê tirsê diafirîne. Hêzên têkoşîna yekbûyî xwe wek muxalefet nabîne ji ber hedefa wan ne muxalefete, hedefa wan hilweşandina têkoşînê ye. Pêşengiya Hêzên Têkoşîna Yekbûyî dikare bê berfirehkirin. Em naxwazin xwe di muxalefetê de sînor bikin.”   ‘Jin jiyanê rêxistin dikin’   Burcugulê daxuyakirin ku jinên xwe di têkoşînê de wek kirde dibînin û bi salane li dijî pergala serdest ya mêr têdikoşin, di Têkoşîna Yekbûyî de cih girtine û jinan pêşî lê girt ku BMG bibe yek ji qadên mêran û her wiha jin jiyanê rêxistin dikin.   Burcugulê der barê êrîşa polîsan de jî ev tişt anî ziman: “Di 4’ê Sibatê de beriya em bikevin qadê em hatin binçavkirin. Gelek kes hatin binçavkirin. Ji bo tifaqa faşîst zelale ku kî bi xeter e. Karkerên di berxwedanê de, xwendekarê nexwestin ezmûna wan betal bibe, ji bo faşîzmê dijmin in. Em neçarin vê red bikin. AKP niha ji bo me hepsê malê bike her tiştî dike. Gelek jin di hepsa malê de ne. Divê em qadên 8’ê Adarê vala nehêlin.”   ‘Em ê têkoşînê mezin bikin’   Ozlem Gumuştaş jî daxuyakirin ku Hêzên Têkoşîna Yekbûyî li dijî faşîzmê di berxwedanê de ne û di parastina mafê jin û LGBTÎ’yan de berfirehkirina têkoşîna azadiya zayendê de derfeteke girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ BMG derfeta mezinkirina têkoşîna yekbûyî dide jinan. Xebatên wê di esasa azadiya zayendê de hatin pêşxistin. Her wiha em ê pratîkên parastina cewherî jî rêxistin bikin. Çandeke BMG’ê ya ku îradeya jinê esas digire heye. Divê em jin dengê xwe bilind bikin û em ê bi vî awayî jî faşîzmê têk bibin.”