‘Ji ber pere tunebû nehatim dermankirin’ 2021-02-22 09:01:24   Gulîstan Azak   AMED - Nexweş û xizmên nexweşan diyar kirin ku li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ji ber dermankirin bi pere tê kirin, bêyî bên dermankirin vedigerin.   Di demên dawî de nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, tevî ku di statuya cemawerîyê de ye ji ber xizmetên tên dayîn, ji nexweşxaneyên taybet ne cudatir e. Nexweşxaneya ku divê bê pere xizmetê bide bi bihayên zêde xizmetê dide.   Nexweş û xizmên nexweşan bertek nîşan dan û diyar kirin ku xizmetên tenduristiyê gelek qels in.   ‘Ji ber pere tunebû nehatim dermankirin’   Zulfiye Yeşîl a ji navçeya Erganiyê ji ber kîstê di mêjî de hat Nexweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcleyê diyar kir ku ji bo dermankirinê 130 TL xwestine û got: “Ji ber pere tunebû ez vegeriyam. Ev wek nexweşxaneya dewletê tê dîtin lê ne wisa ye. Ez ji Erxeniyê hatim, lê bêyî derman bibim vedigerim. Ji ber pere tunebû ez derman nekirim. Ez nikarim biçim yên taybet jî.”   ‘3 mehe li bende randevuyê me’   Zehranur Yeşîl a jî ji bo dermankirina çav çûye nexweşxaneyê wiha got: “Randevuyan taloqî dîrokên dereng dikin. 3 mehe li bendê dayîna randevuyê me. Ez hatim. Lê kes nebû alîkar. Bi mehane min mijûl dikin. Nexweşxane qirêj e. Ji ber vê em pirsgirêkan dijîn. Bêhn jê tê. Mirov saxlem diçin nexweş derdikevin.”   Elvan Akgun jî bertek nîşanê pereyê dermankirinê da û wiha pê de çû:” Tevî pandemiyê zem tên kirin. Em ji bo dermankirinê jî pere didin. Ji bo emeliyatê cuda dixwazin.”