Hat tahliyekirin lê ji nû de hat girtin û darvekirî hat dîtin 2021-02-21 17:09:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Kadîr Aktar ê 17 salî ku berî bi 5 rojan hat tehliyekirin lê ji dosyayeke din ji nû de hat giritn û li girtîgehê mirî hat dîtin.    Di 18'ê Tîrmeha 2020’an de li Navçeya Bagcilar a Stenbolê di navbera polîsan û komekê de şer derket. Di şer de polîs Erkan Gokteke jiyana xwe ji dest da. Welatî Yunus Nacar jî birîndar bû. 4 kes hatin girtin. Yek ji kesên girtî dihat darizandin zarokê 17 salî Kadir Aktar bû. Kadîr Aktar di 16'ê Sibatê de hat berdan. Piştî Aktar hat berdan ji dosyayek din hat binçavkirin û girtin. Piştî Kadîr şandin girtîgehê rayedarên girtîgehê îdea kirin ku roja duyemîn li kawîşê darvekirî hatiye dîtin.    Parêzerê Kadîr. Ahmet Atalay, anî ziman ku agahiya wan ji dosya duyemîn hebû û wiha got: "Piştî Kadir Aktar hat berdan polisan li malê ew bi îşkenceyê binçav kirin. Polîsan muvekîlê min binçav kirin û tundî lê kirin. Li ser binçavkirinê ez çûm Edliyeya Bakirkoyê. Şopa tundiyê li ser Aktar hebû. Serê Aktar şikandibûn. Çavê wî birîn kiribûn. Xuya bû ku îşkence lê kirine. Kadîr jî anî ziman ku îşkence lê kirine."    Pêzer Atalay, anî ziman ku heyetê der barê muvekkewîlê wî de birara girtinê dan û şandin Girtîgeha Maltepe û wiha got: “Ez li Girtîgeha Maltepe geriyam. Rayedarên girtîgehê anîn ziman ku dema çûne kawişê dîtine ku Kadîr xwe darve kiriye. Ez fêr bûm ku şandine Saziya Tipa Edlî. Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî ya ewil Kadir Aktar xwe darve kiriye. Lê li ser dest û piyê wî şop hene. Xuya ye ku Kadîr li vir bi tundiyê re rû bi rû maye. Piştî rapora sereke derkeve em ê fêr bibin. Kadîr hêj 17 salî ye.  Ne ew kesê xwe darve bike ye."