Çalakiya grevê li Mexmurê di roja 66’an de berdewam dike 2021-02-21 15:29:07     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zindanan hat destpêkirin, bi koma 33’an di roja 66’an de berdewam dike.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakî di roja 66’an de berdewam dike.     Çalakiya li Wargehê her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin û gel bi sitran û helbestên xwe çalakiyê dewlemendtir dike.    Çalakvan dayê Gulê Ozek li ser çalakiyê wiha hestên xwe anîn ziman: ‘’Ez di serî de çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo  hatine destpêkirin silav dikim.  Heya ku em negihijin armanca xwe em dev ji çalakiyên xwe bernadîn.  Ez bang li hemû sazî û dezgehên ku ji xwe re dibêjin em mafên mirovan di parêzin, dikim ku xwedî li erkê xwe derkevin. Çalakiyên me wê bi şêwazên cur bi cur berdewam bikin û çi pêwist bike berdêla wê çi be em ê bidin. Bi salane serokê me di nava çar diwaran de di tecrîdê de li ber xwe dide. Ez weke dayikekê vî tiştî qebûl nakim. Ji ber ku em êdî Serokatiya xwe bi awayekî fizîkî di nav xwe de dixwazin."   'Ez serkeftina Garê pîroz dikim'   Dayê Gulê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: ‘’Dijmin bi alîkariya hevkarên xwe bi hemû hêza xwe êrişî çiyayên Kurdistanê dike, êrişî zarokên me dike. Ez êrişa li ser Garê bi tundî şemezar dikim û dibêjim wê dijmin tu carî bi ser nekeve. Serkeftina Garê ji dil û can li Rêber Apo, Gerîllayên serê çiya û tevahiya Gelê Kurd pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.’’