Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî kampanya tê destpêkirin 2021-02-21 13:53:34     AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê sibê li Amedê starta kampanya îmzeyê ku tê destpêkirin bidin.    Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdehiyê dê li Amedê bi civîna çapemeniyê starta kampanya îmzeyê ku tê destpkirin bidin. Di civîna çapemeniyê de dê Hevserokê Giştîyê HDP'ê Mithat Sancar  jî amade bibe. Sibê saet di 11.00'an de dê li Otela Demîr a Sûrê civîna çapemeniyê li dar bixin.   Piştî destpêkirina kampanyayê bi armanca ragihandina kampanyayê wê li gel û esnafan maskeyên li ser wan nivîsa kurdî heye bên belavkirin.