'Zimanê zikmakî çand, hebûn, nasname û dayika gelan e' 2021-02-21 09:01:38     Berçem Cûdî   KOBANÊ - Mamosteya zimanê Kurdî Îlham Misko banga xwedîderketina li zimanê dayikê kir wiha got:" Zimanê zikmakî çand, hebûn, nasname û dayika gelan e. Em li zimanê xwe xwedî derkevin."   Rêxistina perwerdeyê, zanist û çandê ya Yekîtiya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17'ê Mijdara 1999'an de, 21'ê Sibatê weke roja zimanê dayikê yê navneteweyî ragihand. Beriya vê dîrokê ev roj weke roja Tevgera Zimanên Dayikê dihat pîrozkirin. Li cem Gelê Kurd jî 15'ê Gulanê weke roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.    Bingeha dîrokî ya vê rojê   Di 21'ê Sibata 1952'an de li paytexta Bangladêşê xwendekarên Tevgera Zimanê Bengalî ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê perwerdeyê, gelek mitîng li dar xistin. Di wê demê de Bangladeş di bin destên Pakistanê de bû, ji ber vê zimanê wan hatibû qedexekirin. Polîsên Pakistanê êrîş birin ser mitîngên xwendekaran, ji ber vê 11 xwendekar hatin qetilkirin û gelek jî birîndar bûn. Ev bûyer di hemû cîhanê de deng veda û gelek sazî û rêxistinên cîhanî hikûmeta Pakistanê şermezar kirin. Piştî helwestên gelên Bangladeşî û civakên navneteweyî, hikûmeta Pakistanê neçar ma û zimanê Bengalî kire zimanê fermî. Li ser vê bingehê di 1999'an de UNESCO ji bo piştgiriya bi zimanê dayikê re û ji bo bîranîna xwendekarên ku hatin qetilkirin, 21'ê Sibatê weke roja zimanê dayikê yê cîhanî pejirand.    Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re pêşketina ziman   Li ser bingeha ku ziman hebûn û nasnameya gelan e, bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, xebatên fermî yên zimanê Kurdî jî dest pê kir. Beriya vê dîrokê Saziya Zimanê Kurdî gelek xebatên veşartî da meşandin, ji ber vê bi serhildana 19'ê Tîrmeha 2012'an re kar û xebatên hatibûn kirin ketin meriyetê. Bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re di 2014'an de, komîteyên perwerdeyê û ziman hatin ragihandin. Ji ber vê akademiyên perwerdeyê li Kantona Cizîr, Efrîn û Kobanê hatin vekirin. Di 15'ê Hezîrana 2015'an de yekemîn Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk li Kantona Qamişlo hat lidarxistin. Bi vê gavê re êdî di dibistanên Rojavayê Kurdistanê de metaryalên bi zimanê Kurdî hatin amedekirin. Bi vî rengî jî niha li Rojavayê Kurdistanê xwendekarên dibistan, akademî û zanîngehê bi zimanê zikmakî dixwînin. Her wiha Rêveberiya Xweser girîngî da zimanên pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, lewra her pêkhateyek bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibîne.    Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê her çendî roja zimanê zikmakî hatibe pejirand jî, dewlet li hember bi karanîna zimanê kurdî politikaya pişaftinêbi kar tîne. Di zîndanên Tirkiyê û Îranê de bi sedan ji mamoste, hunermed, helbestvan, siyasetmedar û lîstikvanên kurd hene. Ev hişmendiya ji bilî zimanê tirkî û Farsî tu zimanên cuda napijirîne. Li Başûrê Kurdistanê, piştî serxwebûna herêmê zimanê kurdî weke zimanê fermî tê bikaranîn.   Bi wesîleya roja zimanê zikmakî yê navneteweyî mamosteya zimanê Kurdî Îlham Misko ji ajansa me re axivî.   'UNESCO xwedî li zimanan dernakeve'   Îlhamê di destpêkê de rêxistina UNESCO' yê rexne kir û wiha got: "Weke tê zanîn ev roj ji aliyê UNESCO'yê ve hatiye pejirand. Heger mirov li rewşa zimanê kurdî binêre, em ê bibînin ku li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê zexteke pir mezin heye. Her wiha gelek zimanên din jî rojane bi xeteriya windakirinê re rû bi rû dimînin. Ji ber vê mirov dikare bêje ku UNESCO xwedî li van zimanan dernakeve û rola xwe bi rengekî lewaz dilîze."   'Piştî têkoşînê zimanê kurdî bû yê fermî'   Îlham di domandina axaftina xwe de bal kişand ser pêşektinên zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê û got: "Li Rojavayê Kurdistanê piştî têkoşîneke dijwar bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re êdî zaravaya kurmancî bûye zimanê fermî yê jiyan û perwerdeyê. Li ser vê bingehê kar û xebatên binirx tên meşandin. Materyalên dibistan, peymangeh û zanîngehê bi zimanê kurdî ye. Bê gûman em di pergala xwe ya Netewa Demokratîk de hemû pêkhateyan hêmbêz dikin, ji ber vê her netewek bi zimanê xwe yê resen perwerdeyê dibîne. Her wisa ji bo ku hevdûnaskirinek di navbera pêkhateyan de çêbibe, hemû pêkhate zimanên netewên din jî hîn dibin."   'Zimanê zikmakî çand, hebûn, nasname û dayika gelan e'   Îlham Miso di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketin û parastina li zimanê zikmakî kir û wiha got: "Dema behsa têgîna Zikmakî tê kirin, xwedîderketin û parastina dayikê ya ziman re tê bîra mirov. Ji ber vê em vê rojê di destpêkê de li dayikan pîroz dikin. Weke herêma Kobanê jî, me bi saya dayikên xwe ziman û çanda xwe parastiye. Ji lewra mirov dikare bêje gelek dayikên me zimanê Erebî nizanin. Ji ber vê ziman dayik e û dayik jî zimanê me ye. Zimanê zikmakî çand, hebûn, nasname û dayika gelan e. Em li zimanê xwe xwedî derkevin."