ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-21 09:00:00     * Mamosteya zimanê Kurdî Îlham Misko banga xwedîderketina li zimanê dayikê kir wiha got:" Zimanê zikmakî çand, hebûn, nasname û dayika gelan e. Em li zimanê xwe xwedî derkevin." DÎMEN HEYE   * Sekretera Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe der barê perwerdeya zimanê dayikê ku li dibistanan nayê dayîn de nirxandin kir û got: “Cîhana hest û zîhnî bi zimanê dayikê dikare bê avakirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e. Ev maf nikare ji nedîtîve bê.” DÎMEN HEYE   *Endama Komîsyona Teknîk a DEMDER’ê Nebahat Çalpan li Enqereyê piştî çar salan şûnde dersa Kurdî da wiha got: “Ne bi dayikên xwe re divê em bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Dewlet jî pêşî li vê digire."DÎMEN HEYE   *Umut Şener ya nexweşa pençeşêra mesanê ye bi îdiaya endamtiya rêxistinê 3 salan girtî ma û piştre biryara hepsa malê hat dayîn û hat tahliyekirin. Umur Şener got: “Hesret û bêrîkirina li girtîgehê hîna dipê. Ji ber ez ji malê dernakevim. Ev der mala min e, lê di heman demê de girtîgeha min e.”DÎMEN HEYE   *Ji bo bal bikişe ser rola dîrokî ya jinan a li ser ziman û parastina ziman Koma Jinan a Zimanê Dayikê hat avakirin. Rozerîn Îldan ya di komê de cih digire jî wiha got: “Di mijara têkoşîna li dijî asîmîlasyonê de berpirsyarî dikeve ser milê jinan. Ji bo asîmîlasyon bi dawî be divê jin xwe ji nû ve biafirîne û li dijî pergalê serî hilbide.”