Ji bo 21'ê Sibatê xwendekaran daxuyanî dan 2021-02-20 14:18:44   KOBANÊ - Xwendekarên Zanîngeha Kobanê ya fakulteya wêjeyê bi daxuyaniyekê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin.   Xwendekarên Zanîngeha Kobanê ya fakulteya wêjeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin. Daxuyanî li pêşiya zanîngehê hat dayîn. Bi dehan xwendekarên fakulteya Wêjeya Kurdî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Fakulteya wêje Egîd Nasiro ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Em weke Beşa Kurdî-Kurmancî  ya Zanîngeha Kobanê 21'ê Sibatê li tevahî civakan pîroz dikin û ji cîhanê re pirrengiya zimanan weke pêşketin û dewlemendiyekê dibînin. Bi vê rojê tê xwestin ku pergalên li ser rûyê cîhanê, wateya pirengiya ziman û çandan fêm bikin û bikaribin li hember tevahî zimanan xweşbîn bin. Di xwezayê de jî pirengiya zimanan heye û her zindiyek bi zimanê xwe rastiya xwe derdibire. Lewre em weke fakulteya wêje beşa Kudî-Kurmancî, bang li UNESCO' yê dikin ku di pêşîlêgirtina hişmendyên ku xweşikbûnê û mafên xwezayî yên gelan binpê dikin û di parastina ahengiya civakî de hestiyar be.   Zimanê Kurdî di dîrokê de yek ji zimanên herî kevin yên dinyayê ye. Bi dehan cihên dîrokî yên ku dergûşa şaristaniyê ne, şopên vî zimanî heye roja meya îroj parastine. Li Rojavayê Kurdistanê bi sedhezaran xwendekar bi zimanê xwe yê zikmakî bi "Zimanê Kurdî" perwerdeya xwe dibînin û fêrî zanistê dibin. Di mijara zimanê dayikê de pêwîst e hemû Kurd li zimanê ku ji dê, bav, kal û pîran wek mîrate maye xwedî derkevin û bi awayekî çêtir hînî nifşên nû bikin. Gelê Kurd ne îroj bi tenê, divê her roj bi Kurdî bixwîne, bihizire, biaxive û binivîse."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî pirrengiya zimanan" bi dawî bû.