Li Mexmûrê koma 33’yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-02-20 10:02:16   MEXMÛR - Di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ piştî çalakiya girtiyên zindanan li Mexmûrê jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî  îro ji hêla koma 33’emîn ve hat dewirgirtin.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 33’emîn ji koma 32’emîn dewir girt. Beriya ku merasîm dest pê bike ji bo pakrawanan deqeyek rêz hat girtin.   Li ser navê çalakvanan Silêman Şaxî wiha got: “Weke koma 32’emîn me jî xwest bibin parçeyekê ji vê pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’. Em berxwedana gerîla silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Her wiha berxwedana zindanan silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Heta Rêber Apo azad nebe em ê çalakiyên xwe xurtir bikin. Heta em serkeftinê bi dest bixin em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”   Merasîm bi dirûşma “ Bijî Serok Apo” , “ Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.