Doza tezmînatê bi îdiaya ‘ji rêxistinê re xwarin çêkiriye’ hat redkirin 2021-02-20 09:05:50   Şehrîban Aslan   AMED - Fatma Ateş û bavê wê Fahrettîn Ateş ku ji doza Sûrê dihatin darizandin bi hinceta ‘alîkarî dane rêxistinê’ bi giştî rastî 6 sal 9 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hatin. Dayik Fatma Ateş jî dema ji Sûrê derdiket hatibû qetikirin û doza tazmînatê ya ji bo wê hatibû vekirin jî bi îdiaya ‘ji endamên rêxistinê re xwarin çêkiriye’ hat redkirin.   Li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeyên derketina derve de piranî jê zarok der barê 40 kesî de doz hatibû vekirin û ji Gulana 2017’an heta niha doz li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran tê dîtin. Kesên ku piştî pevçûn bi dawî bûn ji Sûrê derketin û hatin binçavkirin, der barê wan de bi hincetên ‘yekîtiya dewletê xerakirin’, ‘Endamtiya rêxistinê’ îdianame hat amadekirin.   Dadgehê cuda cuda ceza birî   Dosyayên hemû kesên ku dem bi dem ji korîdoran hat derxistin kirin yek û li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran hatin darizadin. Fatma Ateş û bav Fahrettîn Ateş ku ji doza Sûrê dihatin darizandin, di rûniştina biryarê de derbarê wan de bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê’ ceza cuda cuda hatin birîn. Li Fatmayê 3 sal û 9 meh û li Fahretîn jî 3 sal û 15 roj ceza hat birîn.   ‘Qet nehat pirsîn ku çim ali Sûrê mane’   Parêzer Habîbe Danişman cezayê li muvekîlên wê hatiye birîn nirxand û got muvekîlên wê ji aliyê dadgehê ve sivîl nehatiye dîtin û dadgehê qet nepirsiye ku çima li Sûrê mane, çima nehatine derxistin û lêkolînkirin. Habîbeyê daxuyakirin ku bersiva van pirsan ancax li îstînaf û dadgeriyê bê nîqaşkirin.   ‘Xwestin mirovan ceza bikin’   Habîbeyê daxuyakirin ku di destpêka pêvajoya li Sûrê de gelek kes li Sûrê asê mane û serî li hemû derên fermî dane û wiha pê de çû: “Wê demê jinek bi zarokên xwe re asê mabû û ji ber welidî nikaribû derkeve. Dadgehê di pêvajoya darizandina 5 salan de negot ku ev tiştekî sivîl e. Dadgehê her tim got ‘alîkariya rêxistinê’. Di vir de bi giştî xwestin mirovan ceza bikin.”   ‘Delîlek zelal tune ye’   Habîbeyê destnîşan kir ku girêdayê vê dozê, doza Fatma Ateş ku dema ji Sûrê derdiket hat qetilkirin jî ji aliyê dadgehê ve biryara ret hatiye dayîn. Habîbeyê ev tişt anî ziman: “Der barê dayik Fatma Ateş de biryarek bi xof hat dayîn. Hat îdiakirin ku Fatma Ateş xwarin çêkiriye û piştgirî daye rêxistinê. Lê der barê sûcê alîkariya rêxistinê de jî tu delîl tune ye.”