ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-20 09:00:00     *Fatma Ateş û bavê wê Fahrettîn Ateş ku ji doza Sûrê dihatin darizandin bi hinceta ‘alîkarî dane rêxistinê’ bi giştî rastî 6 sal 9 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hatin. Dayik Fatma Ateş jî dema ji Sûrê derdiket hatibû qetikirin û doza tazmînatê ya ji bo wê hatibû vekirin jî bi îdiaya ‘ji endamên rêxistinê re xwarin çêkiriye’ hat redkirin.   *Jinên Efrînê yên li kampa Lavrîon ya Yewnanîstanê di greva birçîbûnê de ne, bang kirin ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got jinan li dijî tecrîdê jî serî hildane. DÎMEN HEYE   *Ji aktîvîstên tevgera Çerkez Sema Nur Ozkan got ji bo zimanên di bin xetereyê de û got divê hem Tirkiye hem jî Rûsya dest ji polîtîkayên şoven berdin. BI DÎMEN   *Cevahîr Sadak ku di rêveberiya Tora Ziman û Çanda Kurdî de cih digire bal kişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê û got: “Divê zarok li ser koka xwe mezin bibin û hêza xwe ji koka xwe bigirin. Ji bo vê jî hinbûna zimanê dayikê hewceye.” BI DÎMEN   *Dê xwendekarên Zanîngehê li Kobanê daxuyaniya ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bidin. (12.00)   *Li dijî êrişan dê li Şehbayê meş bê lidarxistin. (13.30)