'Em ê teqez bi ser bikevin' 2021-02-19 16:53:31   ŞENGAL - Çalakiya Konê Rûmetê ket roja 80’ê. Gel bi biryar e kû xweserî û asayişa xwe mayinde û fermî bikin.   Çalakiya Konê Rûmetê  ev 80 roj e berdewam dike. Îro jî çalakî ji aliyê gundê Xanesorê ya girêdayî Şengalê ve hate dewirgirtin. Gelê Şengalê dibêjin: “ Em di daxwazên xwe de bi israr in û dibêjin heya daxwazên me neyên erêkirin em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidin meşandin.”   Dayika bi navê Şemê Remo bi van peyvan qala berxwedana gel a li konê rûmetê dike: “Ev 80 roj in em konê rûmetê yê ku ji bo parastina zarokên xwe berxwedanê dikin. Em berî her tiştî serkeftina gerilayên xwe yên Garê pîroz dikin. Em bi hêz û moralê ji wan digirin em ê li her derê di demek nêz de dagirkeran têk bibin. Kuştina serkirdeyên wan ji bo me weke tolhildana  zarokên me ye. Ew dijmin in çi bêjin bila bêjin em ê di berxwedana xwe de israr bikin.”   Ciwana bi navê Sûat Silêman jî wiha got: "Em weke ciwanên Şengalê heya dawî em ê ji bo asayişa xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Dijmin çawa li Garê bin ket wê li Şengalê jî bin bikevin. Ez serkeftinê ji gelê me re dixwazin.”