'Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî' 2021-02-19 15:09:46   ŞIRNEX - Komeleya  Ziman û Çandê ya Birca Belek, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê di daxuyaniya ku da de xwestin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û got: "Divê bê zanîn ku ziman hebûneke civakî û dîrokî ye. Ji ber vê sedemê em dibêjin; her zimanek têlek tembûrê û notayeke muzîkê ye."   Komeleya  Ziman û Çandê ya Birca Belek, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li hewşa komeleyê daxuyanî da. Endamên Platforma Şaxên KESK'ê ya Şirnexê tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta "Zimanê Zikmakî Xwebûn Hebûn e, 21'ê Sibatê  Roja Zimanê Dayikê li Hemû Zimanan Pîroz Be" hat daliqandin û dowîz hatin hildan. Daxuyanî mamoste Mahsum Bîlgîç xwend.   'Her zimanek têlek tembûrê û notayeke muzîkê ye'   Mahsum, anî ziman ku zimanê dayîkê bingeh û sazûmana miletekî ye û wiha got: "Mixabin piraniya dewletên serdest 'zimanên dîtin' ji xwe re weke gef û asteng dibînin. Divê bê zanîn ku ziman hebûneke civakî û dîrokî ye. Ev herdu rewş bi awayekî rasterast girêdayî hev in. Lewre ziman têkiliya mirovan a bi hev re çêdike lê belê zimanê dayikê li gel têkiliyê pêşxistina ramanê jî çêdike. Ji ber vê sedemê em dibêjin; her zimanek têlek tembûrê û notayeke muzîkê ye. Her zimanek çîrokek, dîrokek, helbestek û rengekêp jiyanê ye ku divê herkes jê sûdê werbigirin."   'Li her qadê zimanê kurdî biaxivin'   Mahsum, diyar kir ku li dijî zimanê kurdî êrîş berdewam dike û wiha domand: "Di encama feraseta yekperest û polîtikayên li dijî çand û nasnameyên cuda de gelek sazî û dezgehên ji ziman, çand û hunera gelê kurd re xizmet dikirin hatin girtin. Kreş û dibistanên azad ên bi zimanê kurdî perwerde didan deriyên wan hatin mohrkirin. Qadên axaftina bi zimanê kurdî her ku diçe teng dibe û ziman ber bi xetereyê ve diçe. Êrişa li ser zimanê zikmakî ango zimanê dayîkê di heman demê de êrîşa li dijî wekheviyê ye, êrişa li dijî gerdûna mirovahiyê ye. Lê ya girîng ew e ku li dijî êrişên li ser ziman, nasname, çand û hunera gelê kurd eniyeke hevpar û yekîtiya neteweyî bê avakirin. Divê dayîk û bavên kurd berê zarokên xwe bidin qursên ziman û çalakiyên çandî yên bi zimanê kurdî. Ne tenê di nava malên xwe de li cihên kar, derve li her kuçe û kolanê divê zimanê kurdî bê axaftin û piştigiriya kampanyayên ji bo zimanê kurdî bê kirin. Tenê bi vî rengî em ê bikaribin dawî li êrîşan bînin û zimanê kurdî azad bikin. Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî."