Daxuyaniya 'ji bo jinan edalet' hat astengkirin 2021-02-19 14:58:17     STENBOL - Daxuyaniya Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya bi armanca daxwaza ji bo jinan edalet, hat xwestin li ber Edliyeya Çaglayana bê dayin ji  aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê bi armanca ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan werin bidawîkirin bi dirûşma “Ji Bo Jinên Girtî Edalet” xwestin li ber Edliya Çaglayana Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya, Zuleyha Gulum û Oya Ersoy jî di nav de gelek jin li ber edliyê kom bûn. Lê belê polîsan jinan dorpêç kir û bi hêceta biryara qedexeyê Qeymeqamiya Çaglayanê girtiye destûr nedan daxuyaniyê.    Jinan bertek nîşanî helwesta polîsan dan û diyar kirin ku ew bi armanca daxwaza edaletê hatine ber edliyeyê. Lê polîsan bi darê zorê xwestin jinan ji ber edliyeyê dûr bixin.    Parlamenter Zuleyha Gulum bertek nîşanî mudaxaleya polîsan da û got: “Em bi armanca edaletê ji bo jinan bixwazin kom bûn. Tiştê îro em li vir pê re rûbirû man nîşaneya dijminatiya li dijî jinan e.”    Polîsan jinan ji ber edliyê dûr xist. Lê belê parlamenter li ber edliyê hêj disekinin.