Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê dewam dike 2021-02-19 14:51:02     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, di roja 64’an de dewam dike.   Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê di roja xwe yê 64’an de dewam dike.    Çalakvana bi navê Xerîba Gûngen derbarê çalakiya greva birçîbûnê de ji ajansa me re axivî û got: “Di serî ez serkeftinê ji hemû ciwanên kurd re dixwazim. Em hêvîdar in çalakiya greva birçîbûnê bi koma 32’emîn bi dawî bibe û em jî weke gelê kurd azadiya fîzîkî a Rêber Apo bi dest bixin.”    'Em ê çalakiyên xwe bidomînin'   Xerîba wiha berdewam kir: “Ruxmî ku dijmin bi hemu teknîkê xwe ve êrîş bir ser Garê lê dîsa jî bi ser neket. Pêwîst e ciwan jî tevlî çalakiya bibin û em çalakiyên xwe hîn dewlemendtir bikin. Bi rastî jî em weke jinên ciwan em çi jî bikin her kêm dimîne ji bo wê jî pêwîst e em rengê xwe di nava çalakiyan de bidin diyarkirin. Ji ber ku em di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de ne û li ser vê esasê jî pêwîst e em ciwan her tim di nava amadekariyê de bin û xwe bi her awayî perwerde bikin. Em serkeftinê ji bo hemû gelê kurd re dixwazin.”   'Em serkeftinê dixwazin'   Çalakvana Yildiz Kabûl  jî wiha nêrînên xwe anî ziman:“ Ez jî weke jineke ciwan beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûme. Weke Serokatî dibêje ‘me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî jî bi ser bixin’ li ser vê esasê jî em weke ciwan dibêjin heta azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bi dest dixin em ê bi tu awayî çalakiyên xwe ranawestînin. Herî dawî em hevalên di çalakiya greva birçîbûnê de silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”   Çalakî her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin û her wiha tendurustiya çalakvanan her roj ji aliyê saziya tendurustiyê ve tê çavdêrkirin.