Ji Komeleya Jinan a Rosayê derbarê Gulîstan a hat qetilkirin de daxuyanî 2021-02-19 12:55:54   AMED - Komeleya Jinan a Rosayê derabrê Gulîstan Şalemez ya ji aliyê biryarê xwe Abdullah Şaylemez ve hat qetilkirin de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku li gel derbarê Gulstîanê de biryara parastinê hatibû dayîn jî hat qetilkirin.   Li Amedê di 15'ê Sibatê de Gulîstan Şaylemez ji aliyê birayê xwe Abdullah Şaylemez ve hat qetilkirin. Abdullah Şaylemez piştî Gulstan qetil kir hat girtin û cenazeyê Gulstanê jî duh li Goristana Yenîkoy a Amedê hat definkirin. Komeleya Jinan a Rojsayê ku derbarê qetilkirina Gulîstanê de daxuyaniyek nivîskî weşand got, "Em li dijî zîhniyeta mêr ku ji bo qetilkirinê xwe organîze kiriye banga berpirsiyariyê li her kesî dikin."   'Çima dixwazin peymana stenbolê îptal bikin'    Komeleya Jinan a Rosayê di daxuyaniya ku weşand de diyar kir ku Gulîstanê di temenê biçûk de hatiye zewicandin, di temenekî ciwan de bûye dayika 4 zarokan û xwestiye ku ji kesê pê re hatiye zewicandin veqete. Di daxuyaniya komeleyê de hat diyarkirin ku ji bo pêşî li zewaca biçûkan bê girtin têkoşînê didin, lê pergala mêr ji bo pêşî li vê zewacê bigire tu sererastinan nake. Herwiha di daxuyaniyê de pirsa çima ji aliyê zîhinyeta paşverû ve tê xwestin ku Peymana Stenbolê bê îptalkirin jî hat kirin.    'Divê qanûna 6284'an baş bê bikaranîn'   DI berdewamiya daxuyaniyê de derbarê Gulstanê de ev tişt hat gotin: "Gulîstanê hat Amedê û ji bo debarê ji xwe re kar peyda kir. Lê Gulîstanê di bin zextan de bû. Çû qereqolê gilî kir û derbarê wê de biryara parastinê hat dayîn. Lê li gel vê biryarê jî Gulîstanê hat qetilkirin. Pêkanînên Kdes jinan naparêzin. Jinên ku diçin gilî dikin û dibêjin ew di bin zextan de ne li kuçe û kolanan tên qetilkirin. Divê qanûna 6284'an baş bê bikaranîn.   Em banga berpirsiyariyê dikin   Kujerên Gulîstanê derbarê kuştina wê de gelek hincetên zayendperst nîşan dan. Divê mekanîzmayên di nava civak û dewletê de ji bo ku jinan bidin jiyandin ji nû de bên dîzaynkirin. Divê qanûn û peyman li ser kaxizan memînin û bên pêkanîn. Ji bo ku zîhniyeta mêr a kujer bê veguheztin em banga berpirsiyariyê li her kesî dikin."