'Dengê qêrîna azadiyê mezin dibe' 2021-02-19 09:07:28     Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Komîteya Jinê ya Kantona Hesekê  Şêrîn Dawûd teqez kir ku perwerdeya li ser bingeha hevjiyana azad dê hemû pirsgirêkên civakê çareser bike û rê li ber tundî û qetilkirina jinê bigire.   Pergala baviksalarî ku civakê li ser bingeha hişmendiya mêr daye perwerdekirin, bûye sedema bi hezaran pirsgirêkên di nava civakê de. Desthilatdar pergala ez ezitiyê di nava civakê de daye rûniştandin û bi vî rengî jin û civak kiriye koleyê xwe. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jin bû xwedî rolek mezin di nava civakê de. Di hemû kar û xebatan de pêşengtî kir û li hember zihniyeta baviksalarî têkoşiya. Her wiha projeya netewa demokratîk ku li ser bingeha hevjiyana azad di nava civakê de da rûniştandin. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Jinê ya Kantona Hesekê Şêrîn Dawûd nêrîna xwe parve kir.    'Jin li hember pişavtinê xwe bi rêxistin dikin'   Şêrîn diyar kir ku di civaka xwezayî de jin ji bo avakirina jiyanek komînal di her qadan de cih digirt, zarokan perwerde dikir, dermanên ji xweza diafirand, çandinî li pêş xist û heya roja îro jî ev pêşengtî didome. Şêrîn da zanîn ku ji dema avakirina Sûmeran de tebeqe hatin avakirin û civak di bin desthildariya mêr de ber bi xeteriyê ve çû û wiha domand: "Piştî ku tebeqe hatin avakirin û dewlet çêbûn êdî pergala desthilatdar civak di riya jinan de kir koleya xwe, bi pêşketina teknîkê çanda helandin, bi avakirina bajaran jiyana paqij û komînal da winda kirin. Lê jinan ev yek qebûl nekir û di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bendava koletiyê şikandin û ji bo guhertina hişmendiya civakê kar û xebat dan meşandin."   'Hevjiyana azad çareseriya guncav e'   Şêrîn balkişand ser girîngiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku ji bo jinan hêz û îrade da avakirin û di riya naskirina fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de qêrîna azadiyê dest pê kir û heya roja îro jî ji bo azadiya civak û şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşîn didin meşandin û wiha anî ziman: "Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi hezaran jin fikir û felsefeya Rêber Apo nas kirin, di riya wê de jin hêz, îrade û israra azadiyê di dilê wan de geş bû, ji bo wê jin di her qadê de bû pêşeng. Jinan ji bo ku civakê bidin guhertin û li ser bingeha Hevjiyana Azad perwerde bikin xwe bi rêxistin kirin. Ji ber ku tundiya li ser jinan tê meşandin, zewaca temenê biçûk, pirzewac û qetilkirina jinan ji hişmendiya baviksalarî tê. Ev yek dibe sedema gelek pirsgirêkên di nava civakê de. Ji bo wê Hevjiyana Azad dê bersiva  hemû pirsgirêkê civakê be.Îro dengê qêrîna azadiyê bi rêxistinbûyîna jinan bilind dibe û bi hezaran jin li tevahî cihanê li peyî vê qêrînê diçin."   'Dijmin ji hêz û îradeya jinê ditirse'   Şêrîn bal kişand ser dewleta tirk ku di êrîşên xwe de yekem jinan armanc digire, ji ber ji hêz û îradeya wê ditirse û wiha bi dawî kir: "Jin ji bo avakirina jiyanek azad di nava liv û tevgerê de ye, lewma îro bi rengekî hovane tê hedefgirtin, da ku derbeyek li hêza jinan bixînin. Lê jin bi rêxistinbûyana xwe bersivê dide pilanên wan û ji bo azadiya tevahî jinan banga azadiyê dikin û parastina xaka xwe ya ji dagirkeriyê dikin."