ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-19 09:00:00     *Jinên Amedê bal kişandin li ser mafê perwerdehiya zimanê zikmakî û destnîşan kirin ku xwedî derketina zimanê berpirsyariya hemû kesan e. Her wiha destnîşan kirin ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. BI DÎMEN    *Dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe di nava fikaran de ne û banga hestiyariyê dikin. Meryem Soylu, diyar kir ku CPT bi helwesta xwe bû şirîkê îşkenceya li Îmraliyê û Sebrîza Yilmaz jî da zanîn ku divê her kes ji bo girtiyan têbikoşin. BI DÎMEN    *"Tunebûna jinê nebûye berhema nêzîkatiyeke hêsan. Di esasê de encama pêvajoyeke îdelolojîk, çandî û fikrî ye. Tunehesibandina jinê ewil ji fikr dest pêkiriye û piştre di pratîkê de hatiye pêkanîn. Ji ber vê jî avakirina zanîna nirxa hebûna jinê û gihandina nirxê ya vê zanînê, daxwazkirin e, ev veguhertina berxwedaneke rêxistinkirinê ye." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Hatibû îdiakirin ku Elvan Demîr li Stenbolê bi mêrê ku pê re zewicandî Enver Demîr re întîxar kiriye. Dayika Elvanê, Leyla Akman, diyar kir ku ew bawer nake ku keça wê întîxar kiriye û got sedema mirina wê hîna nehatiye aşkera kirin û daxwaz kir ku rapora otopsiyê demildest bê derxistin.   *Endama Komîteya Jinê ya Kantona Hesekê  Şêrîn Dawûd teqez kir ku perwerdeya li ser bingeha hevjiyana azad dê hemû pirsgirêkên civakê çareser bike û rê li ber tundî û qetilkirina jinê bigire.BI DÎMEN    *Di çarçoveya xebatên Yekitiya Netewî de wê şande sibe li navçeya Artukliyê serdana esnafan û gundan bike. (10.00)   *Di çarçoveya plansaziya bernameya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, MED-DER  û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dê li Komeleya Wêjekarên Kurd a Amedê daxuyaniya çapemeniyê bidin.(13:00)   * Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel derbarê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de li ji Girtîgeha lê dimîne nirxandin kir û got, "Bi biharê re em ê hêviyên xwe mezin bikin. Em ê hem li dijî polîtîkayên tecrîdê û hem jî li dijî polîtîkayên şer azadiyê bixwazin, berxwedan û têkoşînê mezin bikin."