Li Kobanê mirina jinekê ya bi guman 2021-02-19 08:22:50     KOBANÊ - Zozan Ehmed a ji Kobanê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Li Gundê Nasirê yê Kobanê Zozan Ehmed a 35 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Mijarên kuştin û xwekuştinê ji aliyê sazî û rêxistinên jinê yên bajarê Kobanê ve tên lêkolîn kirin. Her wiha di 22'yê Sibata 2020'an de jina bi navê Hûda El-Elî 26 salî û zarokê wê Azad Hisên yê 7 salî ji aliyê mêrê pêre zewicî Hisên Ebdo Ebas ve li daristina bajarê Kobanê hatibû qetilkirin. Kujer Hisên ji aliyê gel û dadgeha civakî ya Herêma Firatê ve hat darizandin û di encamê de cezeyê muebedê û  pere lê hatibû birîn.   Jinên ku di sala 2020'an de li Kantona Kobanê hatine qetilkirin wiha ne: 4 jin bi awayekê guman dawî li jiyana xwe anîne û 7 jin hatine qetilkirin.    Di derbarê bûyera Zozan Ehmed Osman de lêpirsîn hatiye destpêkirin.