Çalakiya xelkê Şengalê 79 roj in didome 2021-02-18 11:39:54     ŞENGAL - Çalakiya şêniyên Şengalê ya li dijî peymana di navbera Hewlêr û Baxdayê de ku ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidîxanê hatibû destpêkirin 79 roj in didome.    Şêniyên Şengalê di çarçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 79’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve berdewam dike.   Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.