'Armanc dagirkirina axa Kurdistanê ye' 2021-02-18 09:08:10     Dilucan Bozî   KOBANÊ - Dayikên Gerîla armancên êrîşên dewleta tirk ên li ser qadên parastina medyayê nirxandin û wiha gotin: "Dewleta tirk îro naxwaze Kurdistan xwedîparastin be, loma her bi êrîş û gefên xwe herêmên Kurdistanê dike hedef. Lê ew ê negihêje armanca xwe."   Têkildarî êrişên li ser herêmên parastina medyayê Dayikên Gerîla diyar kirin ku armanc dagirkirina axa Gelê Kurd e û gotin:"Dagirkerên ku dixwazin çand û hebûna me qir bikin, nikarin bigihêjin armancên xwe."   'Em di têkoşîna xwe de domdar in'   Edûle Silêman da zanîn ku wê tu carî dewleta tirk negihêje armancên xwe û wiha got: "Ji dema ku kurdan çavên xwe li cîhanê vekirine, dewleta tirk êrîşî wan dike. Ev êrîşên dewleta tirk ên li ser qadên parastina medyayê bi hevkariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye û  îro cardin bêhna îxanetê tê. Şervanên ku li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin, bi armanca parastina axa xwe têkoşînê didin meşandin. Dewleta tirk îro naxwaze Kurdistan xwedîparastin be. Loma her bi êrîş û gefên xwe herêmên Kurdistanê dike hedef. Pilanên îxanetê têkoşîna me nîvco nahêle, ji ber êdî em hînî rê û rêbazên îxanetkaran bûne. Helwesta me zelal e û di têkoşîna xwe de em domdar in."   'Wê serkeftin para me be'   Îslim Mihemed jî  destnîşan kir ku wê serkeftin para civaka xwedî vîn be û wiha pê de çû:"Destdirêjiya ku îro li ser axa me tê kirin em qebûl nakin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze hestên berxwedanê di hûndirê me de biçewistîne. Lê civaka ku xwedî vîn be, helbet wê serkeftin para wê civakê be. Ji bo wê jî ya girîng ji bo me hevgirtina gelê me ye û piştgiritiya şervanan e. Her çiqas êrîş giran bin jî em dest ji axa xwe bernadin. Dagirkerên ku dixwazin çand û hebûna me qir bikin, nikarin bigihêjin armancên xwe. Îro em xwedî statu ne."   'Armanc dagirkirina axa Kurdistanê ye'   Fatme Silêman Hebeş jî helwesta xwe ya li dijî êrîşên ku hatibûn kirin anî ziman û ev tişt got: "Şerê dewleta tirk li ser hemû pêkhateyan xeteriyekê dide avakirin, ji ber şerê ku tê kirin hemû mirovan digire nava xwe. Armanca dewleta tirk a êrîşan dagirkirina axa Kurdistanê ye. Dixwazin xeyalên me yên jiyaneke aram û azad têk bibin û bikin koleyên xwe. Êdî koletî, bindestî, serîtewandin nema di civaka kurd de bê dîtin. Helwesta me diyar e, em dagirkeran naxwazin. Pêwist e saziyên pêwendîdar êdî bi erka xwe rabin û dewleta tirk li sînorê wê bidin sekinandin."