Sedef Erkmen: Di dema AKP’ê de ne jin, fetus tê axaftin 2021-02-18 09:02:33     Oznur Deger   ENQERE - Nivîskara pirtûka ‘Li Tirkiyeyê Kurtaj:AKP û Biyopolîtîka’ Sedef Erkmen, diyar kir ku AKP ji sala 2012’an heta niha mafê jiyana fetusê tîne rojevê û got: “Malzarok bi giştî ketiye destên desthilatdariyê û di pêvajoyê de kontrolê digire destên xwe.”   Wek hemû welatên cîhanê li Tirkiyeyê jî pirsgirêka kurtajê nehatiye çareserkirin û bi qedexeyên fîîlî didome. Li gorî rapora Zanîngeha Kadîr Has a di 29’ê Kanûna 2020’an de weşandiye ya ‘Li nexweşxaneyên dewletê yên Tirkiyeyê xizmetên kurtajê’, li Tirkiyeyê ji 295 nexweşxaneyê dewletê 102 heb kurtajê nakin. Li gorî ‘Qanûna Plansaziya Serjimar’ ya hejmar 1983 û 2827 heta hefteya 10’emîn dikare kurtaj bê kirin. Nivîskara pirtûka ‘Li Tirkiyeyê Kurtaj:AKP û Biyopolîtîka’ Sedef Erkmen der barê mijarê de axivî.   'Kurtaj bi fîîlî tê qedexekirin'   Sedefê diyar kir ku kurtaj ji sedsala 19’emîn heta niha mijareke ku ketiye bin qada dewletê û ji wê demê heta niha carna hatiye qedexekirin carna bûye qanûn. Sedefê got: “Ev rewş ji ber polîtîkayên serjimêr, fikarên demografîk û netewperestî pêk tê. Ev mijar bi AKP’ê re cuda bû. Niha polîtîkayên neolîberal û muhafazakar, polîtîkayên zayendî û referansên îslamî cih didinê. Ji 1983’an heta niha tevî ku qanûnî ye jî bi awayekî fîîlî tê qedexekirin. Di lêkolîna Zanîngeha Kadîr Has de jî encamên wê baş tên dîtin.”   'Doktorên kurtajê dikin tê nîşankirin'   Sedefê daxuyakirin ku Bernameya Veguherîna di Tenduristiyê de, feraseta ‘plansaziya malbatî’ ya Hekîmên Malbatî davêje plana duyem û ji ber vê jî ji polîtîkayên kurtajê re zemînê ava dike. Sedefê wiha berdewam kir: “Riha qanûnî vekiriye lê niha ez nizanim ku em çi ji hiqûqê bipên. Doktorên ku kurtajê dikin jî tên nîşankirin. Di alî jinan de rewş pir zehmet e. Jin bi gelek pirsgirêkan re tê rû hev. Pêvajoyeke vê ya qanûnî heye. Mirov nikarin zêde bisekinin. Hema divê doktor û nexweşxaneyek bê dîtin. Jin nikarin li bende pêvajoya qanûnî bisekine.”   'Jin ji ber polîtîkayên neolîberal û muhafazakar ketin zorê'   Sedefê balkişand ser rola ku li jinan hatiye ferzkirin û got: “Bi taybet di dema AKP’ê de cihê jinê girîng e. Rola berdewamkirina nifş dane jinê. AKP dixwaze jinê bi giştî di malbatê de bihelîne. Hemû kar û barên lênerînê li jinan bar kiriye, bi polîtîkayên xebata nerm xebitî. Ligel vê divê piştgiriyê jî bide aboriyê. Hatina gel hev a polîtîkayên Neolîberal û muhafazakar jin kir rewşeke zehmet. Biryara cil û bergên jinan dide, biryara tevgera jinan dide ya enê wan dide. Hewl didin jina makul biafirîne.”   'Bi şerên otorîter re rewş guherî'   Sedefê balkişand ser du şikestinên dîrokî û got pêvajoya ji sedsala 19’an dest pê kiriye, bi veguherîna mezkanîzmaya dethilatdariyê re hatiye dîtin ku serjimar pir girîng e û wiha pê de çû: “Serjimar her tim ji bo artêşê û gelek tiştên din girîng e. Desthilatdarî ji bo serjimar zêde bibe ket nava hewldanan. Hemû tiştên bandor li serjimarê dikir ket bin kontrola desthilatdariyê. Çawa ket bin kontrolê? Bi hiqûqê bi tipê ket bin kontrolê. Bi sedsala 19’emîn re welîdîn û kurtaj tecrubeya bedenê ya jinê bû. Lê bi şerê otorîter ev rewş guherî.Li ser beden û jiyana jinê mudaxale mijara gotinê ye.”   Şikestina duyem : Fetus   Sedefê daxuyakirin ku şikestina dîrokî ya duyemîn jî di dsalên 1950 û 60’î de bi derketina fetusê re pêk hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta wê demê jî polîtîkayeke ku dikarin welîdînin an na hat meşandin û piştî derketina holê ya fetusê re, malzarok bi giştî ket destê desthilatdariyê, dewletê û jin bi kontrolê re hatin rû hev. Gotina mafê jiyana fetus derket pêş. Tirkiye jî tê de gelek welatan polîtîkayên lîberal şopandin. Mafê kurtajê dibe qanûnî. Ligel me jî bi dema AKP’ê re mijara fetus derket holê. Me di 2012’an de behsa jiyana fetusê kir. Doktor piştî vê nebûn doktorê jinan bûn doktorên fetusan. Doktor bi pêşketina fetusê re eleqeder bû. Ji ber vê jî hat gotin ku kurtaj heta hefteya 10’emîn tê kirin.”   Sedemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku jin ji bo bijîn kurtaj dibin û got jin ji ber li Tirkiyeyê ji kuştin, sûc xilas nabin û ji ber vê jî ji bo ku nemirin kurtaj dibin û got: “Ger ku dewlet jî vê derfetê nede wê jiyan bikeve xetereyê. Jin di encama tecawizê de ducanî dimînin. Di encama ensestê de ducanî dimînin. Bi zorê ducanî dimînin. Ji ber sedemên din ducanî dimînin. Ji ber vê jî jin dixwazin xwedî li jiyana xwe derkevin.”