Dayika Aştiyê Ferha Akbulut hat berdan 2021-02-18 08:59:58     MÊRDÎN - Tevî Dayika Aştiyê Ferha Akbulut 13 kesên di 15'ê Sibatê de di encama biserdegitina malan de li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Li navenda Mêrdînê û navçeyên wê di 15'ê Sibatê de di çarçoveya lêpirsînên cuda de bi ser malan de hatibû girtin û tevî Dayika Aştiyê Ferha Akbulut 28 kes hatibûn binçavkirin. Tevî Fera Akbulut 13 kesên hatibûn binçavkirin piştî karê îfadeya li emniyetê hatin berdan.    Hat hînbûn ku têkildarî çalakiyên di 2014'an de yên li sînorê Kobanê ji Ferhanê pirs hatine pirsîn.