Şandeya DBP, HDP û TJA'yê li Mêrdînê xebatên xwe didomîne 2021-02-17 15:26:57     MÊRDÎN - Şandeya DBP, HDP û TJA yê di çarçoveya xebatên Yekitiya Neteweyî de li Mehsertê û Stewrê serdana gundan û esnafan kir.   Xebatên Yekitiya Neteweyî bi diruşmeya "Dem Dema Yekitiya Netewî û Azadiyê ye" ku bi pêşenktiya  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya  Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrdînê ji bo 7 rojan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 2'em de berdewam dike. Îro jî şandeyê li Mehsertê û Stewrê serdana esnafan û gundan kir. Rêyên ketina navçeyan ji aliyê polîsan ve hatin girtin û kesên ketin navçeyan jî  di qontrola polîsan re hatin derbaskirin.   Di çarçoveya bernameyê de Hevseroka DBP'yê Salîha Aydenîz, Parlementera HDP'ê yê Rihayê Omer Ocallan li gundên Kûdê, Yestê, Golê  û navenda Mehsertê serdana gûndan kirin. Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir, Parlementera HDP'ê Pero Dundar jî li navçeya Stewrê serdana esnafan kirin. Heyet ji aliyê welatiyan ve bi coş tê pêşwazîkirin.   Salîha di serdanan de bal kişand ser girîngiya Yekitiya Neteweyî û wiha got:"Yekitiya Neteweyî riya serkeftinê ye. Ji bo vê yekê jî pêwîst e ji bo yekitiyê em gavê bajin. Ji ber gavên ku em diavêjin em dibînin ku çiqas êriş bi ser me de tên. Em partiya gelan e, em ê di nava gel de ji bo aramiyê xebatên xwe bidin berdewamkirin.    Şande ji aliyê esnafan ve rastî eleqeyek mezin dihat.