Li dijî astengiya daxuyaniyê çalakiya rûniştandinê hat lidarxistin 2021-02-17 13:58:39   AMED - Daxuyaniya têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya MED-DER'ê wê bihata dayin hat astengkirin. Girseyê bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da û çalakiya rûniştinê pêk anî.    Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER),  ji bo piştigiriya çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibûn destpêkirin, hat xwestin daxuyanî bê dayin.    Rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmen Demokratîk (DBP), Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û xizmên girtiyan piştgirî dan daxuyaniyê.   Di navbera polîs û şandeyê de demek dirêj nîqaş berdewam kir, lê dîsa jî polîsan destûr neda ku daxuyanî bê dayîn. Girseyê bi dirûşmên " Bijî berxwedana zindanan" bertek nîşan dan û piştre ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.   Piştî çalakiya rûniştinê girse bi dirûşman belav bû.