Li Mexmurê Greva birçîbûnêdi roja 62’emîn de didome 2021-02-17 12:06:00   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar hat destpêkirin, bi koma 31’ê di roja 62’emîn de dewam dike.   Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê bi koma 31’ê di roja 62’emîn de dewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin û tendurustiya çalakvanan jî her roj ji aliyê saziya tendurustiyê ve tê çavdêrkirin.