Serlêdana ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin 2021-02-16 16:16:54   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê  serlêdan careke din hate redkirin.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Serlêdan serê sibehê hate kirin û li gorî agahiyan bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan serlêdan hate redkirin.   Parêzerên Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulana 2019'an û heman salê di 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de bi muwekîlên xwe re hevdtîin kiribûn.