Polîsan mudaxaleyê çalakiya jinên zanîngehê kir 2021-02-16 16:12:23   ENQERE - Polîsan mudaxaleyî çalakiya rektorê qeyûm û projeya zanîngehên jinan kir û gelek jin binçav kirin.    Li Enqereyê jinên xwendekarên zanîngehê xwestin tekildarî rektorê qeyûm û projeya zanîngehên jinan li Parka Kûgûlû şermezar bikin. Polîsan mudaxaleyî çalakiya jinan kir û gelek jin binçav kirin. Polîsan destûr neda ku rojnamevan dîmen û wêneyan bigirin.