Ji ber ku pere ji bavê xwe yê girtî re şand hat binçavkirin 2021-02-16 15:26:55   SÊRT -  Elîf Esmer, bi hinceta ku ji bavê xwe yê 27 sal in girtî ye re pere şandiye, di çaroveya lêpirsîna ku bi hinceta “fînansekirina rêxistinê” hat destpêkirin de hat binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê, bi hinceta fînansekirina girtiyên PKK’î derbarê 46 kesan de biryara binçavkirinê da. Di çaroveya lêpirsînê de polisan duh di saetên serê sibehê de li Balikesîr, Edene, Agirî, ÊLih, Bilecîk, Çorûm, Amed, Eskîşehîr, Îdir, Stenbol, Kocaelî, Mêrdîn, Mersîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dersim û Wanê bi ser malan de girtin û 37 kesan binçav kirin.    Yek ji van kesên ku hat binçavkirin jî Elîf Esmer (32) bû. Polîsan bi ser mala Esmer a li taxa Garzan a navçeya Misirê ya Sêrtê de girt û bi hinceta ku pere ji bavê xwe Selman Esmer (51) ku 27 sal in girtî ye re şandiye binçav kirin. Hat hînbûn ku bi hinceta pere ji bavê xwe re şandiye bi hinceta “fînansekirina rêxistinê” derbarê Esmer de lêpirsîn hatiye destpêkirin.