Li Nisêbînê xebatên yekitiya neteweyî dest pê kir 2021-02-16 14:17:29   MÊRDÎN - Şandeya ku ji HDP’ê, KCD’ê, DBP’ê û TJA’yê pêk tê ligel astengî û ablukayan li Nisêbînê starta xebatên Yekitiya Neteweyî dan. Şande îro çûn serdana esnafan.    Di çarçoveya xebatên Yekitiya Netewî ya bi dirûşmeya “Dem dema yekitiya netewî û azadiyê ye”, şandeya ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya  Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk tên, îro li Nisêbîna Mêrdînê starta xebatên xwe dan. Xebatên ku wê 7 rojan berdewam bike di roja yekem de bi astengiya polîsan ve dest pê kir. Şande îro li Nisêbînê esnafan ziyaret kir û di destpêka serdanê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz têkildarê xebatên ku bên kirin de axivî.    ‘Em ê ligel astengiyan bixebitin'    Salîha da zanîn ku demek dirêje ji bo Yekitiya Netewî dixebitin û wiha got: "Li navçe û bajaran ji bo yekitiyê xebatên me didomin. Çalekiyên me bê guman hatin astengkirin û rastî êrişan hatin. Lê dîmenên ku me îro dîtine gelek cuda ne. Cihên hatin çûyîna Nisêbînê hatin girtin. Bi sedan polîs li dora me kom bibûn.  Em ê ligel astengiyan bimeşin.”   Piştî axaftinê, ligel astengiya polîsan şande çû serdana esnafan. Ji aliyê esnafan ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin. Welatiyên derdorê jî bi çepikan wan pêşwazî kirin.