Li Gimgimê 2 jin hatin girtin 2021-02-16 13:21:34   MÛŞ - Do li Gimgimê 3 jin hatibûn binçavkirin. Ji 3 jinên hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin 1 jê bi şerdê kontrola edlî hat berdan.    Do di saetên serê sibehê de li Gimgima Mûşê bi ser malan de hat girtin. Bilgin Kaya, Belkis Taş, Leyla Gumgum hatin binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Wartoyê û piştî îfadeyê 3 jin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin.    Bilgin û Belkis şandin Girtîgeha  Mûşê. Leyla Gumgum jî bi şerê kontrola edlî serbest hat berdan.