Jinên Amedê: Berxwedan û xweparastin maf e 2021-02-16 09:07:02     Gulîstan Azak   AMED - Jinên Amedê diyar kirin ku parastina ceweherî maf e û wiha bang li hevzayendên xwe kirin: “Berxwedan û xweparastin maf e. Parastina xwe ya cewherî bi kar bînin.”   Li Tirkiyeyê şîdet, êrîşa zayendî û tacîz her diçe zêde dibe û jin li dijî vê ji bo xwe biparêzin rêbazên cuda pêş dixînin. Yek ji van rêbazan jî mafê parastina cewherî ye.   Li Tirkiyeyê jinên bi navê Melek Îpek, Nîmet Akgun, Alîme Toprak, Yasemîn Çakal, Gulfîdan Kuşçuoglu, Nafiye Kaçmaz û bi dehan jinên din ji bo xwe ji şîdeta mêr biparêzin mafê parastina cewherî bi kar anîn.   Di mijara parastina cewherî de ku her cureyê mekanîzmaya parastina jiyanê pêş dixîne, perwerdehiyên Wen-Do (Riya jinê) pir zêde bûne. Jinên Amedê der barê parastina cewherî de axivîn û li dijî her cureyê şîdetê jî parastina cewherî pêşniyar dikin.   ‘Divê jin parastina cewherî bi kar bînin’   Jina bi navê Bîrcan Kantekîn hêrsa xwe ya li dijî qetilkirina jinan anî ziman û got divê jin mafê parastina cewherî bi kar bîne û wiha pê de çû: “Mêr jinan dikuje lê ceza nagirin. Edalet tune ye. Jin li dijî şîdetê divê parastina cewherî pêk bînin. Ev ne tenê kuştin e, yanî bi dehan riyên parastinê hene. Ji bo nemirin xweparastin şert e. Divê tu jin netirse û mafê parastina cewherî bi kar bîne.”   ‘Netirsin, mafê xwe bi kar bînin’   Yasemîn Acun jî bal kişand ser pergala edaletê ya dibe sedema kuştina jinan û got bêcezahiştin cesaretê dide mêran û pêşiya kuştina jinan vedike. Yasemînê bal kişand ser girîngiya parastina cewherî û daxuyakirin ku divê jinên parastina cewherî bi kar tînin ceza negirin û ev bang li jinan kir: “Netirsin, bêdeng nemînin, xwe û mafên xwe biparêzin.”   ‘Parastin maf e’   Hanîfe Çedîkçî jî daxuyakirin ku şîdet pirsgirêka zîhniyetê ye û wiha dawî lê anî: “Pergala edaletê ji kuştina jinan berpirs e. Hiqûq bi rastî jî bêdeng û bê bandor e. Gelo tiştê dibêjin hiqûq ev e? Dema hiqûq tê gotin divê mafê jinan bide. Lê em vê nabînin. Parastina cewherî maf e. Ji ber vê ez pêşniyar dikim ku ev maf bê bikaranîn û jinên vê bi kar tînin jî neyên cezakirin.”