‘Pêlîstok ji bo beralîkirina zarokan roleke girîng dilîzin’ 2021-02-16 09:06:29     Sema Çaglak/Şehrîban Aslan   AMED - Civaknas Ezgî Sila Îpek ku bi karê Amîguramî re bi mijûl e destnîşan kir ku gelek pêlîstokên li piyaseyê bi naverokên xwe tundî û zayendperestiyê di nava xwe de dihewînin û wiha berdewam kir: “Sektora pêlîstokan ku cîhana zarokan e  sektorek gelek cidî ye û piraniya pêlîstokan ji bo beralîkirina zarokan rolekê mezin dilîzin.”   Amîguramî ku peyvekê Japonî ye, bi sîx tê çêkirin û tê wateya pêlîstokên ku hundirê wan tên dagirtin. Ev huner di demên dawîn de bi taybetî ji aliyê jinan ve eleqeyeke mezin dibîne. Hunera Amîguramî ku cureyekî destkariyê ye herî zêde ji bo çêkirina pêlîstokan tê bikaranîn û li dijî pêlîstokên plastîk di warê parastina tendirustiya zarokan de alternatîfek e. Ev hunera ku ji aliyê hin jinan wek hobi tê dîtin ji bo gelek jinan jî bûye çavkaniya debarê. Civaknas Ezgî Sila Îpek ku bi karê Amîguramî re mijûl e wiha dibêje: “Li gorî min çêkirina pêlîstokan a bi vê rêbazê huner e û ji bo jinan jî wekî terapiyê ye.”   ‘Bala min hertim li ser karên honandinê ye’   Ezgî diyar kir ku hunera amîguramî re wek hobî destpê kiriye û nêzî salek û nîvê ye pê mijûl e. Ezgî, wiha axivî: “Ez ji zarokatiya xwe de ji karên honandinê hez dikim û bi alikariya pîrika xwe alavên honandî çêdikim. Ango bala min hertim li ser  vê destkariyê bû. Piştre min hunera amîguramîyê nas kir û bi vîdyoyan fêrî wê bûm. Di destpêkê de min tenê ji bo xwe pêlîstok çêdikirin. Her ku min  pêlîstokek çêdikir ez zêdetir kêfxweş dibûm û karê min eleqeyek baş dît. Bi vî awayî min xwest wan pêlîstokên ku çêdikim ji bo aboriya xwe pêş bixim jî bi kar bînim. Her wiha pêlîstokên ku min çêkirin min da ber pêlîstokên din û hunera amîguramî li ber çavên min êdî biwate bû.”   ‘Pêlîstok ji bo beralîkirina zarokan rolekê girîng dilîzin’   Ezgî destnîşan kir ku gelek pêlîstokên li pîyasayê di hundir xwe de tundî û zayendperestiyê dihewînin û got: “Bi rastî jî sektora pêlîstokan ku cîhana zarokan e sektorek gelek cidî ye û piraniya pêlîstokan ji bo beralîkirina zarokan rolekê mezin dilîzin. Di  heman demê de pêlîstokên bi destkariya amigurumî ji bo zarokan peywira hînkerê dibîne. Di pêlîstokên amigurumî de lêv nayê çêkirin. An jî cudakariya rengan nayê kirin. Bi vî awayî zarok zêdetir li ser pêlîstokan hûr dibin û bêhetir bi wate dikin. Her wiha dema ku pêlîstok hevin bibe jî dibe wekî aksesuar û bi salan dikare bê veşartin. Pêlîstokên amigurumî  li gorî pêlîstokên plastîk hem ji aliyê tenduristiyê de û hem jî ji aliyê sûdgirtinê de baştir in. Amigurumî bi yek cûreyekê re bi sînor nîne. Bi vê destkariyê mirov dikar cûr bi cûr pêlîstokan çêbike. Ev jî ji aliyê afirîneriyê de mirov pêş dixe. Tevî van yekan ez ji bo bijartina rengan pir baldar im. Bi kodên rengê pembe-şîn ji bo zarokên keç û kur jiyanek cuda diafirînin. Lê belê di vê hunerê de li dijî têgehên zayendperest amiguramî wek alternatîfek e.”   ‘Kedekê mezin dixwaze’   Ezgî bilêv kir ku ev rêbaza çêkirina pêlîstokan di heman demê de huner e û kedekê mezin dixwaze. Ezgî axaftina xwe wiha domand: “Tayên ku di wan pêlîstokan de tên bikaranîn ji yên din cudatir û mirov bêhtir pê ewl e ye. Ji ber ku dikarin bên şûştin, ji aliyê hîjyenê de avantaj e. Di amîguramiyê de ji teknîkê zêdetir, gelek dîzayn û cûreyên wê hene. Ji dîzaynan, teknîka honandina ku em jê re dibêjin bênavber em bi kar tînin.  Lê ev hêjmarên, kêmkirinan, zêdekirinan, hemû ji hev cuda ne. Jİ bo ku şikl û şêwazên wan pêlîstokan derkevin holê divê ev hemû baş werin bikaranîn. Ez çiqas wan pêlîstokan çêdikim kêfxweş dibim û zêdetir dixwazim tiştên nû biafirînim.”   ‘Wek terapî ye’   Ezgî destnîşan kir ku pêlîstokên  bi desten jinan tên çêkirin,  xwezaya jinê ya hilbêrîne jî nîşanî me dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa ku em wisa dibînin xwezaya jinê ya ku hilberîner e jî dibînin. Ew jî xwezaya jinê nîşanê me dide. Her wiha çêkirina van pêlîstokan ji bo jinan wekî terapiyê ye. Jinên ku di nav civakê de bi gelek dijwarî û cûreyên tundiyê re rûbirû dimînin, bi nexş û honandinê li dijî wan pêkanînên kirêt derdikev. Gava ku jin karê honandinê dikin, mejî vala dibe û meriv xwe aram hîs dike. Ji xeynî wan em figûrên ajalan jî çêdikin û hezkirina ajalan di xwezaya zarokan de pêş dikeve.”