'Armanca êrişan têkbirina hebûna kurdan e' 2021-02-16 09:05:35     Sara Şêx Hesen   HELEB - Jinên Helebê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên parastina medyayê şermezar kirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin û gotin: "Divê gelê me yê Başûr vê îxanetê qebûl nekin û li hember êrîşên dewleta tirk bibin xwedî helwest û xwedî li erd û dîroka xwe derkevin."   Dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê di 10'ê Sibatê de bi balafirên şer û bejahî êrîşî qadên parastina medya herêma Garê kirin. Li hember van êrîşan Gelê Kurd li welat û derveyî welat çalakiyên cur be cur li dar xistin. Jinên Helebê helwestên xwe di derbarê êrîşan de parve kirin.   'Êrîşal li dijî Garê berdewamiya komployê ye'    Jina bi navê Gulê Xezel êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: "Êrîşa ku li ser Garê niha pêk tê, yek ji berdewamiya komploya navneteweyî ye. Ev êrîş bi tevahî tê pilankirin, ji bo wê hemû dewlet niha xwe lal û ker dikin. Armanca êrîşan ew e ku hebûna kurdan tune bikin û darbeyekê li projeya netewa demokratîk bixin, ji ber projeya me temsîla tevahî pêkhateyan dike. Dewleta tirk bi hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê êrîşî hemû gel dike û naxwaze ji bilî tirkan tu kes bijî. Em naxwazin careke din komkujî li serê me were. Bila dewleta tirk bizanibe, em xwedî hêz û hebûn in. Em niha li tevahî cîhanê bi nav û deng in. Dê berxwedana me li hember dagirkeriyê bi ser bikeve."   'Em ê bi têkoşina xwe planên dagirkeran têk bibin'   Kurda Êzidî Newroz Dedo diyar kir ku îxaneta PDK'ê ne nû ye û wiha domand: "Îxaneta ku niha li Başurê Kurdistanê ji aliyê PDK'ê ve tê kirin ne tiştekî nû ye. PDK'ê çawa ku li Şengalê îxanet kir, niha li qadên parastina medyayê jî dike. Çeteyên DAIŞ'ê dema êrîşî Şengalê kir, cardin bi destê xayinan pêk hat. PDK'ê destê xwe dirêjî dijminê kurdan dike û dibêje were em ê hevkariye te bikin û axa me dagir bike.  Piştî ku PDK ji Şengalê vekişiya bi hezaran jinên Şengalê hatin revandin, qetilkirin û li bazaran de hatin firotin. Ger Hêzên Parastina Gel mudaxele nekiriba em ê qir bûbûyana. Niha ev senaryo dubare dibe û dixwazin li herêma Garê pêk bînin. Lê îxaneta wan pêk nayê ji ber em yek in, ger em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Divê gelê me yê Başûr vê îxanetê qebûl neke û li hember êrîşên dewleta tirk bibin xwedî helwest û xwedî li erd û dîroka xwe derkevin. Ev êrîş bi zanebûn e û dixwazin kurdan qir bikin, em dibînin heta niha hemû cîhan li hember êrîşên dewleta tirk bêdeng e, ev bêdengî tê wateya hevkariya bi dewleta tirk re. Lê teqez dê projeya netewa demokratîk bi ser bikeve û em ê bi têkoşîna xwe tevahî planên dagirkeran têk bibin."   'Di vê demê de çareseriya herî bingehîn yekîtî ye'    Fatma Elî jî bang li tevahî kurdan kir ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha pê de çû: "Êrîşa herî dawî pêk hat em bi tundî şermezar dikin û em banga yekîtiyê dikin. Di vê demê de çareseriya herî bingehîn yekîtiya kurdan e. Divê em weke kurd hemû berjewendiyên xwe yên şexsî deynîn milekî, dest bidin hevdu û yekîtiya xwe bi lez ava bikin. Ji ber îro dijminê me tunekirina kurdan bi destê kurdan pilan dike. Li gor vê rastî divê em axa xwe ji dagirkeran re nehêlin û yekîtiya xwe biparêzin."