'Li dijî komploya navneteweyî, pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye' 2021-02-16 09:03:32     HESEKÊ - Li dijî êrîşên dewleta tirk û komploya navneteweyî jinên navçeya Til Temirê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin li dijî êriş û komployên navneteweyî, yekîtiya neteweyî pêwîst e.    Jinên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê têkildarî êrişên li ser Garê û komploya navnteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivîn.    'Divê em bi hev re li dijî dagirkeriyê derkevin'   Emîne Dilo ya ku ji ber êrişên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê, neçarî koçberiyê bû, derbarê êrîşên li ser Garê de wiha axivî: "Armanca êrîşên ku li ser Garê û li ser tevahî deverên Kurdistanê tên kirin, ji bo qirkirina Gelê Kurd e. Dijmin li ser me bûye yek, lê em kurd heta niha di hundirê xwe de parçe parçe ne. Eger ku îro êrîşî Garê dikin, nêz de wê Başûrê Kurdistanê jî hemû dagir bikin. Pêwîst bû ku em wekî kurd li dijî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi yekîtiyê helwest li hember dijminê xwe bigirta û yekîtiya xwe ava bikira. Çima Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê dihêle ku dewleta tirk baragehên xwe li Başûr çêbike?"   'Li dijî komploya navneteweyî, pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye'   Çinar Salih jî bal kişand ser komploya ku ji 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Tu êrîşek ne tesadûf e. Êrîşên ku ev 10 sal in li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, êrîşên li ser herêmên parastina medyayê, Şengal û Başûrê Kurdistanê berdewamiya komploya 15'ê Sibata 1999'an e. Pêwîst e ku li hember êrîşên ku li ser Garê tê kirin, hikûmeta Herêma Başûr destên xwe jê bikşîne û dagirkeriyê rawestîne. Dîrok van êrişan ji bîr nake. Da ku destkeftiyên Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê, werin parastin pêwîstî bi yekîtiyeke neteweyî heye. Em daxwaz dikin ku li hember êrîşên qirker pêşmerge jî li kêleka  Hêzên Parasinta Gel şer bikin û li berxwe bidin. Daxwaza me wekî dayikên şehîdan û gerîlayan, ew e ku yekîtiyeke neteweyeyî çêbibe û em bikaribin destkeftiyên şehîdan biparêzin."