'Jiyana me veguheriye dojehê' 2021-02-16 09:01:28     Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Hiyam El-Îsa meta zarokê bi navê Yezen Mihemed yê ku di encama topbarana dewleta tirk a li ser Gundê Dişîşayê birîndar bû, da zanîn ku dewleta tirk bê ser û ber gundê wan topbaran dike. Hiyamê bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta tirk  ji xaka wan bê derxistin.    Ji roja yekemîn a îmzekirina hevpeymana di navbera Tirkiyê-Emerîka û Rûsyayê de, dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê hevpeyman binpê kirin. Piştî bêdengiyeke ne normal, dewleta tirk bi dijwarî çend roj in gundê Tewîla û Dişîşayê ya girêdayî navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ku her du jî dikevin ser rêya M4 topbaran dikin. Di encama topbaranê de zarokê ku pezê xwe li nêzî dibistana gund diçêrand birîndar bû. Li kêleka hedefgirtina sivîlan, dîwarê dibistanê jî zirar dît, ev yek jî dikeve rêza sûcên şer. Di heman wextê de jî zagonên navneteweyî binpê dike. Meta Yezen Mihemed a bi navê Hiyam El-Îsa têkildarî mijarê axivî.    'Yezen birîndar bû û karikên wî mirin'   Hiyamê behsa roja topbaranê û Yezen çawa birîndar bû kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Yezen 5 berx û karikên xwe birin û li nêzî dibistanê diçêrandin. Di saetên piştî nîvroyê de û ji nişkê ve wekî baranê top li gund hatin barandin. Di encama topbaranê de Yezen birîndar bû û çend karikên wî mirin. Rewşa me piştî dagirkeriyê wiha bûye, rojane gund tê topbarankirin. Wê rojê dema ku Tewîla topbaran kirin, çend parçeyên obîsan hatin gund û daran jî zirar dît."   'Jiyana me veguheriye dojehê'   Hiyamê got ku çi sûcên zarokan heye ku di temenê xwe yê zaroktiyê de birîndar bibin û wiha domand: "Mafê her zarokekê/î ye ku bixwîne, lê zarokên vê herêmê ji ber dagirkeriyê, ev saleke û 4 meh in ji xwendina xwe bêpar in. Top ji gundên ku di bin dagirkeriyê de wekî Erîşa û Dawidiyê hatin. Dema ku topbaran çêdibe, em neçar dimînin ku ji gund derkevin, piştî ku top disekinin em vedigerin. Piştî dagirkeriyê, jiyana me veguheriye dojehê, ji jiyana me ya rojekê de çîrok derdikevin."   'Bila civaka navneteweyî dengê me bibihîze'   Hiyamê bi vê daxwazê dawî li gotina xwe anî: "Herêmê piştî dagirkeriya dewleta tirk di aliyê civakî û jiyanî de pir zirar dîtiye. Lewra em daxwaz dikin ku civaka navneteweyî dengê me bibihîse û bikaribin dewleta tirk ji axa me derxînin, da ku em bikaribin bijîn. Hebûna dagirkeran li gel me nayê qebûlkirin, ji ber ku jiyana jin û zarokan her dixin xeteriyê û hedef digirin."