ROJEVA 16'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-16 09:00:00     *Hiyam El-Îsa meta zarokê bi navê Yezen Mihemed yê ku di encama topbarana dewleta tirk a li ser Gundê Dişîşayê birîndar bû, da zanîn ku dewleta tirk bê ser û ber gundê wan topbaran dike. Hiyamê bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta tirk  ji xaka wan bê derxistin. DÎMEN HEYE   *Mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz têkîldarî plansaziya MED-DER’ê ya ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê axivî û diyar kir ku dê wê rojê bi bernameyên cûrbicûr têr û tijî derbas bikin. DÎMEN HEYE   *Li dijî êrîşên dewleta tirk û komploya navneteweyî jinên navçeya Til Temirê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin li dijî êriş û komployên navneteweyî, yekîtiya neteweyî pêwîst e. DÎMEN HEYE   *Prof. Dr. Fatmabul Berktay bikaranîna bedena jinan a di şer de û hedefgirtina jinan nirxand û got: “Jin bi hezaran salane wek ganîmet tên bikaranîn. Bi hezaran salane rastî şîdeta zayendî û her cureyê şîdetê tên. Mirovanî pêşketina herî hêdî di vê mijarê de nîşan dide.” DÎMEN HEYE   * Jinên Helebê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên parastina medyayê şermezar kirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin û gotin: "Divê gelê me yê Başûr vê îxanetê qebûl nekin û li hember êrîşên dewleta tirk bibin xwedî helwest û xwedî li erd û dîroka xwe derkevin." DÎMEN HEYE   *Civaknas Ezgî Sila Îpek ku bi karê Amîguramî re bi mijûl e destnîşan kir ku gelek pêlîstokên li piyaseyê bi naverokên xwe tundî û zayendperestiyê di nava xwe de dihewînin û wiha berdewam kir: “Sektora pêlîstokan ku cîhana zarokan e  sektorek gelek cidî ye û piraniya pêlîstokan ji bo beralîkirina zarokan rolekê mezin dilîzin.” BI DÎMEN   *Jinên Amedê diyar kirin ku parastina ceweherî maf e û wiha bang li hevzayendên xwe kirin: “Berxwedan û xweparastin maf e. Parastina xwe ya cewherî bi kar bînin.” BI DÎMEN   *Jinan têkildarî grevên birçîbûnê yên ku girtiyan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan didomin dan destpêkirin bang kirin û diyar kirin ku doza zarokên wan doza wan e. BI DÎMEN     * Li  Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo xebatên Yekitiya Netewî wê Start were dayîn. (11.00)   *Ew ê Meclîsa Malbata Şehîdan li ser êrişa li ser Taxa Şêx Meqsûdê daxuyaniyê bide. (12.00)