Li Rihayê jinek hat kuştin 2021-02-15 17:16:53   RIHA -  Li Serêkaniyê Hatîce Togrûl ji aliyê mêrê pê re zewicî Mehmet Togrûl ve hat kuştin.    Li taxa Ûlû Camî ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Hatîce Togrûl ji aliyê mêrê pê re zewicî Mehmet Togrûl ve bi çekê hat kuştin. Mehmet Togrûl bi heman çekê berê xwe jî da û birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê Hatîce Togrûl jî rakirin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.