Li Rojavayê Kurdistanê komplo bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin 2021-02-15 16:57:00   NAVENDA NûÇEYAN - Bi armanca şermezarkirina komploya navnteweyî ya ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pêkanîn li gelek bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta tirk hate kirin. Bi vê komployê re rûreşiya desthilatdariyê derkete pêş û demokrasî tune hat hesibandin. Bi boneya 22’emîn salvegera komploya navneteweyî , gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û çalakî li dar xistin.    Şêniyên Hesekê li dijî komploya navneteweyî meşiyan   Şêniyên Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan û li dijî komploya navnetewî a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan.  Meş ji çerxereya Sînalko hat destpêkirin û li bexçeyê Rêber Apo veguherî mîtîngê. Meşvana wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa “Rêber Ocalan vîn û îradeya me temsîl dike, Azadiya Rêber Ocalan kilîta aşîtiyê li Rojhilata Navîn e”di meşê de hilgirtin.  Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakewanên azadiyê, Endama Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star li Kantona Hesekê Reca Meyo axaftin kir.   Reca da zanîn ku şopandina fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan valaderxistina Komploya navnetewî ye û wiha domand: "Deskeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê yek ji berhemên fikirên Rêber Apo ye. Têkoşîna ku îro li hember hêzên dagirker tê meşandn ji encama vê felsefeya azad e. Rêxistinkirina jinan dê hemû pilanên komployê têk bibe û azadiyê misoger bike."   Meş bi dirûşma "Azadî ji bo Rêber Apo " bi dawî bû.   Şêniyên Wargeha Waşûkanî komploya şermezar kirin   Li dijî komploya navneteweyî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Şêniyên wargeha Waşûkanî ya koçberên  Serêkaniyê meşiyan. Meş ji ber Meclîsa Wargeha Waşûkanî hat destpêkirin û li destpêka kampê rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star Nida Salih Komploya navneteweyî şermezar kir û ev tişt got:  "Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe Komplo vala derxist û girtîgiha Îmralî veguherand dibistana azadiyê. Em soz didin ku şopdarê fikir û felsefeya Rêber Apo bin."   Meş bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" Bi dawî bû.    Bi hezaran şêniyên Til Temirê li dijî komployê daketin qadan   Îro bi hezaran şêniyên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê bi kurd, ereb û aşûriyên xwe  komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şermezar kirin. Bi dirûşmeya "Azadiya Rêber Ocalan kilîta çareseriya kirîza Rojhilata Navîn e " meş ji saziya Malbatên şehîdan hat destpêkirin û li Çarxereya Şehîd Qendîl rawestiya.  Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, Hevseroka  Kantona Hesekê Semer El-Abdullah axivî.   Semer da zanîn ku komploya navneteweyî heta niha dewam dike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Armanca komployê ew bû ku Rêber Apo yê ji bo gelê bindest têkoşiya, her wiha banga azadiyê û wekheviyê dikir ji gelan dûr bike. Fikir û ramanên Rêber Apo Tirkiyayê ji xwe re wekî metirsiyekê li ser hebûn û siyaseta xwe ya dîktator didît. Siyaseta Tirkiyayê li ser girtina kesên demokrat û bêdengkirina kesên azadîxwaz xwe dide berdewamkirin. Têkoşîna Rêber Apo ji hemû komployên ku li dijî wî dihatin pêkanîn mezintir bû. Lê Rêber Apo zindana Îmraliyê veguhrand akademiyeke demokratîk, jêdera azadî û wekheviyê ji bo hemû cîhanê. Li hember ewqase êrîş têkoşîn û berxwedana gel bi ser dikeve. Bila cîhan bizanibe ku komplo roj bi roj vala derdikeve û gelê azadîxwaz serkeftinê misoger dikin."   Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.   Li Qamişloyê çalakî   Şêniyên Qamişloyê komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî Bi dirûşmeya "Azadî û dadmendî ji bo Rêber Apo" şermezar kirin.  Meş ji çerxereya Sîvan  hat destpêkirin û li ber navenda Netewên Yekbûyî (NY) veguherî mêtîngê.  Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa "Soza me em pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn"  hatin hildan.   Piştî deqeyek rêzgirtinA ji bo cangoriyên azadiyê, Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed axivî û got, "Em komploya navneteweyî li ser Rêber Apo şermezar dikin. Armanca komployê ew bû ku îradeya Gelê Kurd bişkîne, li hemberî vê komployê gelê me serî netewand û ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşiya. Dewleta tirk bi hatina 15’ê Sibatê re salvegera komployê  dest bi operesyonê kir û êrîşî herêmên parastina medyayê kir.  Bersîvdayina vê êrîşê valaderxistina komployê da nîşandan û dijmin têk çûn. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her di nava têkoşînê de bin.”   Meş bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.   Şêniyên navçeya Amûdê li dijî komployê li qadanbûn   Şêniyên navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê bi dirûşmeya "Azadî û dadmendî ji bo Rêber APO" li dijî komploya navneteweyî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin.  Meş ji qada Jina Aad hat destpêkirin û li navenda Tevgera Ciwanên Şoerşger rawestiya.  Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa "Dem dema azadiya Rêber Apo ye", "Tecrîdê bişkînin Rêber Apo azad bikin" hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Kongreya Star a navçeya Amûdê Dilvîn Ehmed axaftin kir.    Dilvînê destnîşanî  ser berxwedan gelê azadîxwaz li dijî komployê kir û wiha pêde çû:  "Ev 22 salin komployeke navnetwî li ser Rêber Apo hate meşanidn. 22 sal tijî berxwedaneke bê navber gelê azadîxwaz didin meşandin. Gelek dewletên faşîst û desthilatdar ev komplo li ser Rêberê me dan meşandin. Dewleta tirk tu carî nagihêje daxwaz û armancên xwe, ji ber gelê me xwedî îrade û hêz in. Em soza xwe ya berxwedana ji bo azadiya Rêber Apo nû dikin û bang li tevahî mirovahiyê dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin.”   Meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.   Eyşe Hiso: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin   Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi dirûşmeya “Êdî bese ji tecrîd, îxanet û înkarê re, dem dema azadî û têkbirina komploya 15’ê Sibatê ye” şêniyên bajarê Helebê meşiyan. Meşê ji taxa Şêx Meqsûd Xerbî hat destpêkirin û li qada Cebenet a taxa Şêx Meqsûd Şerqî rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa “Soz em ê sîstema Îmraliyê têk bibin û bi Rêber Apo re azad bijîn”,”Bi vîna jina azad em ê komployê tê bibin û azadiya Rêber Apo û civakê misoger bikin” hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso axaftin kir.    Eyşe da zanîn ku hêzên desthilatdar xwestin bi vê komployê projeya azadiyê têk bibin û wiha domand: “Beriya 22 salan xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo re roja me tarî bikin, projeya azadiyê tune bikin û  gelan qir bikin. Hêzên desthilatdar û hêzên ku dixwazin pergala xwe di tevahî cîhanê de bidin rûniştandin. Projeya demokrasiyê weke xeterî li ser xwe dibînin. Ev hêz di navbera wan de nakokiyên pir mezin hene, lê li hember Rêber Apo bûne yek û ev komplo pêk anîn. Rêber Apo şoreşeke civakî bi pêşentiya jinan da avakirin û va e mînaka wê Bakur û Rojhilata Sûriyê ye. Bi dîlgirtina Rêber Apo em lawaz nabin, em ê ji bo azadiya wî, belavkirina fikir û felsefeya wî têbikoşin.”   Meş bi dirûşma “Bê serok jiyan nabe”bi dawî bû.   Li dijî komploya navnetewî li Kobanê meş   Li dijî komploya navneteweyî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şêniyên Kantona Kobanê meş li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên şoreşger, Yekîtiya Jinên ciwan, Kongreya Star û pankertên bi nivîsa" Şoreşa Rojava hisab ji komplogeran dixwaze", "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" hatibûn hildan. Meş ji destpêka kolana şehîd Sarya (48)'an hat destpêkirin û li qada Jina Azad rawestiya.  Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê,  Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê Eyşe Efendî axaftin kir.    `Bi yekbûna gelan em ê bi serkevin`   Eyşe da zanîn ku bi yekîtiya gelan wê komplo bê têkbirin û wiha got: "Îro dîsa em li vir li kela berxwedana Kobanê li hevdû civiyane, ev yekbûna gelan wê serkeftinan bi xwe re bîne. Bi xwîna zarokên Kobanê û tevahî kesên ku canê xwe feda kirin, Kobanê hat rêzgarkirin. Îro em ê dîsa bi hemû hêza xwe bi yekbûna van gelan em ê Rêberê xwe azad bikin. Bi rihê ciwanan em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin û tevahî gelên azadîxwaz  bi hev re jiyaneke bi ewle û hevbeş bijîn. Rast e bi fêzîkî Rêber Apo girtî ye, lê fikir û felsefeya wî di nava cîhanê de belav bûye. Îro her kes li ser wê fikira Rêber Apo dimeşe. Ji bo vê jî em ê her li pey xeta wî bin."   Meş bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nebe"  bi dawî bû.   Şêniyên Şehbayê komplo şermezar kirin   Meclîsa Kantona Efrînê bi boneya salvegera 22'emîn komploya navnetewî li dijî  Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan û bi dirûşma "Êdî bes e ji tecrîd, înkar û îxanetê re, dem dema azadî û têkbirina komploya 15'ê Sibatê ye" meşek li darxistin. Di meşê de şêniyên Efrîn, Şehba, endamên sazî û dezegehên sivîl, Rêxistina Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) amade bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin", "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" hatin hildan.  Meş ji dibistana Mûşet hat destpêkirin û heta qada navçeya Fafînê dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, li dengê Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan ku behsa dîroka Kurdistanê dike û çawa sîstemên desthilatdar hewil dana ku dîroka Kurdistanê bi rêya avakirina dewletan  tune bikin, hate guhdarkirin.  Paşê Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) Hediya Yûsif, axaftin kir.   Hediya Yusuf di axaftina xwe de bal kişand ser komployê û wiha got," Salvegera 22'emîn komploya navnetewî ya ku li dijî Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan hatiye meşandin, şermezar dikim. Armanc ji meşandin komploya li ser Rêber Apo têkbirina vîna gelan e. Komplo di sala 1998'an de nehatiye destpêkirin, lê belê ji kêliya ku Rêber Apo projeya demokrasî û azadiyê derxistiye dest pê kir û heta roja me ya îro didome. Dewama  komployê de niha li Şengal, Rojava û başûrê Kurdistanê tê kirin.  Ya ku dihêle Gelê Kurd li hember hemû pilan û şeran li  ber xwe bidin, hebûn û fikirên Rêber Apo  ne."    Meş bi dirûşma  "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.