Leyla Guven: Em ne mahkûmê polîtîkayên AKP-MHP'ê ne 2021-02-15 14:44:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li girtîgehê têkildarî biryara AYM'ê ya derbarê Parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu de wiha got:"Heta ku em îteat bikin û bibin kurdên partiya hinekî din em ê bi rûmeta xwe di girtîgehê de bimînin."   Bi hinceta derbarê wan de biryara teqez a darazê heye Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogullari û Parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu di 4'ê Hezîrana 2020'î de piştî biryara li TBMM'ê hat xwendin şûnde hatibûn girtin. Eni Berberoglu roja din hatibû tehliyekirin.    Di 11'ê Sibatê de li ser biryara Dadgeha Destûrî ya "binpêkirina maf" 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran biryar da û Enis Berberoglu dîsa bû parlamenter û vegeriya ser peywira xwe ya meclîsê.    Leylayê bi nameya ji Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê şand li ser biryara AYM'ê û Enis Berberoglu name şand.    'Ji bo meclîs hatiye avakirin her pratîka darbeyê pêk hat'   Leylayê da zanîn ku ji roja meclîs hatiye avakirin li dijî siyasetmedarên kurd pratîka darbeyê pêk aniye û wiha domand:"Em ji pratîka meclîsê ya yekem bigirin heta doza 12'ê Adarê ya 1994'an a DEP'ê û heta darbeya  4'ê Mijdara 2020'î binêrin her çiqas îktidar bê guhertin jî pêkanîn û nêzîkatiya li dijî gelê kurd qet neguhertiye."    'Ji ber em kurd in ceza li me hatiye birîn'   Leylayê da zanîn ku ji ber ew kurd e neheqî lê dibe û wiha got:"Ez nabêjim çima AYM  çot standardiyê dike. Ji ber ku tu carî zagonan wek hev li me nenêrî. Me di 4'e Hezîranê de daxuyanî da çapemeniyê û me got Enis Berberoglu bi agirê me re şewitî. Min gotibû dê di demek nêzîk de bê telefonîkirin û Enis Berberoglu dîsa li karê xwe vegere. Ez dikarim bi çend mînakan şênber bikim. Dema darizandinên Ergenekon, Balyoz û hwd de, em jî ji doza KCK'e ya Amedê dihatin darizandin. Bi hezaran Kurdên di nav de şaredar, parêzer, rojnameger û siyasethedar, jin û ciwan jî hebûn, em hatin girtin. Di encama guhertinan de em hatin berdan. Ji bo yên Ergenekon û Balyozê gotin "Biborînê, kesên FETO yên di nava me de wisa kirin". Lê 11  sal şûnde ceza li me birîn. Di rastiyê de ne ji ber ku em sûcdar in ceza li me hatiye birîn. Ji ber em kurd in ceza li me hatiye birîn. Îqtîdara AKP'ê di 19 salên xwe yên îqtîdarê de her cureyên zilmê li gelê Kurd kiriye. CHP jî li dijî vê bê edaletiyê bi gotinên “Em bi fikar in, bi xem in, em xemgîn in' xwe bi sînor dike. CHP bi vî rengî karê AKP’ê hêsan dike û bêdgen dibe."    'Em ne mahkûmê polîtîkayên faşîst ên AKP-MHP’ê ne'   Lê dê rojekê dîrok di serî de hesabê Roboskî û hemû neheqiyê li gelê Kurd hatiye kirin bipirse. Dema hesap bipirse jî dê bêje wê demê kî partiya muxalif a sereke bû. Em wekî gelê kurd ne mahkûmê polîtîkayên faşîst ên AKP-MHP’ê, ne yên CHP ê û ne jî mahkûmê yên din in. Me çawa di demên borî de bedelên giran dan û em serbilind in, ji niha û şûnde jî em ê bi hêza xwe ya cewherî têbikoşin û rêya xwe berdewam bikin."