Li Mexmûrê Çalakiya Greva Birçîbûnê dewam dike 2021-02-15 14:30:41   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar hat destpêkirin, di roja 60’emîn de dewam dike.   Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê di roja xwe yê 60’emîn de dewam dike.    Her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî serdana çalakiyê tê kirin û tendurustiya çalakvanan jî her roj ji aliyê saziya tendurustiyê ve tê çavdêrkirin.