Jina 65 salî hat binçavkirin 2021-02-15 11:45:40   MÊRDÎN - Dayika Aşitiyê Feraha Akbulut a 65 salî di encama operesyona şefeqê de hat binçav kirin.   Di çend rojên dawî de li gelek bajaran bi navê oprasyona şefaqê oprasyon pêk hatin û di vê çarçoveyê de bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtinan de li navçeya Qoser a Mêrdînê dayika Aşitiyê û xebatkara HDP'ê ya demekî Ferha Akbulut a 65 salî hatin binçavkirin.    Ferha Akbulut 5 caran ji ber timora di mejiyê xwe de hatiye emelyatkirin û di çîmên wê de jî platîn heye. Lê Ferha li gel van nexweşiyên xwe jî hat binçavkirin û birin muduriyeta polîsan.