Jinên Şengalê: Em êriş û hevkariya qirêj şermezar dikin 2021-02-15 10:44:20     Almaz Nayif-Evin Zinde   ŞENGAL - Jinên Şengalê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk dan û wiha gotin:"Em êriş û hevkariya qirêj şermezar dikin. Em ê her palpiştên gerîlayê xwe bin."   Êrişên dewleta tirk ên li ser kurdan û bi operasyon û rêbazên cuda dewam dikin. Jinên Şengalê derbarê êrişan de nêrînên xwe wiha anîn ziman:"Em weke jinên Êzidî heta dawiyê li pişt şervanên azadiyê ne ji ber ew bûn sedem ku em ji fermanan rizgar bibin. Ew ê hevkarên dewleta tirk jî bi bin bikevin."   'Em êriş û hevkariya qirêj şermezar dikin'   Nefiya Mêşo diyar kir ku ew êriş û hevkariya qirêj şermezar dikin û wiha domand:"Em di serî de silavên xwe ji Şengalê heta Garê ji gerîlayên azadîxwaz re dişînin û berxwedana wan ji dil û can silav dikin. Em baş dizanin ku ger ne ji hevkariya PDK'ê be ew ê dewleta tirk nikaribin êriş bike. Em êriş û hevkariya qirêj şermezar dikin."   'Ew dixwazin mirovên azadiya civakê dixwazin tune bikin'   Cîhan Celo bi lêv kir ku êrişên tên kirin li ser tevahiya Gelê Kurd e û wiha domand:"Ew dixwazin mirovên li dora fikrê Rêber Apo û mirovên ku ji bo azadiya civakan şer dikin nehêlin lê em ê her palpiştên gerîlayê xwe bin. Em weke jinên Êzidî heta dawiyê li pişt şervanên azadiyê ne ji ber ew bûn sedem ku em ji fermanan rizgar bibin. Ew ê hevkarên dewleta tirk jî bi bin bikevin."