Li Şengalê li dijî komployê meşa bi meşale hat lidarxistin 2021-02-15 09:55:55     ŞENGAL - Yekîtiya Ciwanên Êzidî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xist.    Yekîtiya Ciwanên Êzidî bi boneya şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî meşeke meşalêyî li Gundê Xanesorê ya giredayî Şengalê li dar xist. Ciwanan bi dirûşma "15 Sibatê ji bîr neke nede jibîrkirin" meşa xwe li dar xist.    'Çi ji destên me bê em ê ji bo Rêbere xwe bikin'   Ciwanên tevlî meşê bûn komploya navneteweyî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin û yek ji ciwanên ku tevlî meşê bûbû Suad Silêman nêrîna xwe wiha anî ziman:" Meşa me li dijî komploya 15'ê Sibate ye. Ji bo me roja 15'ê Sibate rojeke reş e. Em bi fikir û ramanên Rêber Apo hatin van rojan. Êdî komplo dikeve sala xwe ya 23’yemîn. Her diçe tecrîda li ser Rêber giran dibe. Weke ciwanên Şengalê çi ji me bê xwestin û ji destên me bê em ê ji bo Rêbere xwe bikin."   'Ev 23 sal in Rêbertî li berxwe dide'   Ciwana bi navê Nesrîn Xedir  jî wiha got:"Ev dibe 23 sal ku Rêbertî di zindanê de ye. Ev 23 sal in Rêbertî li berxwe dide. Em jî weke ciwanên Êzidî heta dawî li berxwe bidin. Ev meşa me ji bo şermezarkirina tecrîd û komploya li ser Rêbertî ye. Ji bo Rêbertî û azadiya Rêbertî çi ji me bê xwestin em ê bikin. Bangewaziya min ji bo gel û ciwanê Êzidî ew e ku rabin ser piyan û tecrîda li ser Rêbertî qebûl nekin."