Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT parçeyê tecrîda 22 salan e 2021-02-15 09:09:53     Nişmiye Guler   STENBOL - Ji Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrin Raziye Ozturk tecrîda giran ya 22 salî nirxand û got Abdullah Ocalan bûye sembola aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk. Raziyeyê helwesta CPT'yê nirxand û got tecrîda li Îmraliyê erê dike.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal berê di encama komployekê de anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê de li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê girtin. Hevdîtinên malbat û parêzeran jî bi dehan carî bi hincetên ‘koster xerabeye, hewa ne baş e û cezayên dîsîplînê’ hat redkirin. Dem bi dem di encama çalakiyên gelê kurd û dostên kurdan de hevdîtin pêk hat.   Ji parêzeran hezar û 713 serlêdanên hevdîtinê   Li gorî daneyên Buroya Hiqûqa Asrinê di pêvajoya 22 salan de li ser navê malbatê 674 serlêdan hatine kirin û 121 hatiye qebûlkirin. Dîsa parêzera jî di vê pêvajoyê de hezar û 713 serlêdan kirin û tenê 442 heb hatin erêkirin.   Ji bo tecrîda li ser Ocalan bişkê girtiyên PKK û PJAK’ê niha di greva birçîbûnê de ne û ket roja 81’ê. Ji parêzerên Buroya Hiqûqa Asrinê Raziye Ozturk komplo, tecrîda li Îmraliyê, serdana CPT û grevên birçîbûnê nirxand.   ‘Hedef hat girtin’   Raziyeyê da zanîn ku yek ji welatên serkêşê komploya navneteweyî DYA’ye û got beriya wê konsepta îmhayê ji bo Ocalan xistine dewrê û wiha got: “Lê ev plan pêk nehat, biryara radestkirinê hat dayîn. Bêguman di vê de pozîsyona Birêz Ocalan pir bi bandor bû. Ji ber ku Ocalan tevlîbûna pergala kapîtalîst qebûl nekiribû. Ji ber wî kurdên azad afirandibû. Kurdên azad jî îradeya xwe danîbûn holê. Ji ber vê jî der barê Ocalan de tiştek wisa pêk hat.”   ‘Mafê jiyanê tê binpêkirin’   Raziyeyê ev tişt anî ziman: “Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pisgirêka kurd çûyîna Ewropayê tercîh kir. Lê bi binpêkirina hemû mafên di çarçoveya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHS) re hat rû hev.Tevî dihat zanîn Abdullah Ocalan wê bi cezayê darvekirinê re bê rû hev jî hat radestkirin. Lê ji ber Birêz Ocalan ji helwesta ku kaosê ava dike û rewşa pevçûnê ava dike xwe da alî û di ferqa vê lîstikê de bû, pêşî li encamên nebaş girt. Cezayê darvekirinê ne mijara gotinê bû lê bi cezayê muebetê re hat rû hev. Ev binpêkirina maf e. DMME jî vê binpêkirina qedexeya îşkencê dinirxîne.”   ‘Rewşa ji nû ve darizandinê pêk nehat’   Raziyeyê bal kişand ser şertên tecrîda giran û got di 22 salan de pir kêm hevdîtinên bi mal bat û parêzeran re pêk hatiye û wiha got: “Di 22 salan de Abdullah Ocalan carek tenê bi malbatê re bi telefonê axivî. Ev li dijî qedexeya îşkenca AÎHS’ê ye. Ji 1999’an heta niha me gelek caran li dijî van binpêkirinan serlêdan pêk anîn. Mafê Abdullah Ocalan yê darizandina adîlane hat binpêkirin. DMME’ê diyar kir ku darizandina adîlane nehatiye kirin û xwest ji nû ve bê darizandin. Lê dîsa jî Tirkiyeyê darizandina adîlane nekir.”   Raziyeyê bi lêv kir ku di 2011’an de der barê astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatê de serî li DMME’ê dane, lê hîna ew doz bi encam nebûye. Raziyeyê wiha got: “Di girankirina tecrîdê de rola DMME’ê heye. Di 10 salan de doz bi biryar nebûye û ji ber vê jî rewşa tecrîdê didome. Her dosyayên der barê cezayên dîsîplînê, pêknehatine hevdîtinan me birin Dadgeha Destûra Bingehîn. Pergala Îmraliyê li tu derê cîhanê nehatiye dîtin.”   ‘Li Îmraliyê di nav qedexeyan de qedexe pêk tên’   Raziyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cezayên dîsîplînê yên li pêş hevdîtinan astengiyê çêdikin, tu zemîna wê ya hiqûqî qanûnî tune ye. Ji xwe dema mirov li Girava Îmraliyê dinêrin nav binpêkirina mafan de binpêkirin heye. Di nava vê rejîma înfazê de rewşeke tecrîdê ya zêde pêk tînin. Yanî nav qedexeyan de qedexe pêk tê. CPT di serdana 2019’an de vê wisa dibêje. Di nava hucreyê de rewşa hucreyê tê jiyîn. Abdullah Ocalan bi agirbestên îlan kir hewl da rewşa pevçûnê rawestîne û li dijî vê têkoşîn da. Ji bo valaderxistina komploya navneteweyî jî hem fikra siyasî hem fikra felsefî danî holê. Abdullah Ocalan ji roja anîne Îmraliyê ev sekna xwe meşandiye. Bi valaderxistina komployê re tecrîd jî hat girankirin.”   ‘Tê wateya erêkirina tecrîdê’   Raziyeyê serdanên Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya ji bo Îmraliyê jî nirxand û serdana dawî di 2019’an de pêk hat û rapor jî di 2020’an de bi destûra dewletê hat aşkekirin. Raziyeyê ev tişt anî ziman: “Piştî vê hatina dawî şûnde, li Îmraliyê hevdîtinên CPT pêk nehatin. Li tu derê cîhanê girtîgeke wek Îmraliyê tune. Di vî alî de faliyeteke me ya her tim amadekirina raporê mijara gotinê ye. Di vê mijarê de em bi CPT'yê re jî hevdîtinê dikin. Piştî hevdîtina telefonê ya di 27’ê Nîsanê de hat kirin şûnde, der barê Îmraliyê de agahiyek ne mijara gotinê ye. Pêvajoya pandemiyê tê jiyîn. Muvekîl ji ber temen, cih û şertên giravê di bin rîskek cidî de ne. Lê rewşeke me ya ku em vê kontrol bikin tune. Ji ber hevdîtin tên astengkirin agahî qet nayên girtin. Tevî vê CPT deng ji xwe nayne û ev jî tê wateya ku tecrîdê erê dikin. Bêbandorbûna CPT'yê tê wateya ku parçeyeke vê tecrîdê ne. Em demên diyarkirî yên salê de der barê binpêkirinên li Îmraliyê de raporan ji bo ku bişînin CTP amade dikin. Ji bo CPT bikeve tevgerê em van dikin. Em daxwaz dikin ku bibin şopdarên pêvajoya li Îmraliyê.”   ‘Grev tecrîdê teşhîr dikin’   Raziyeyê bi lêv kir ku ji bo rakirina tecrîdan li girtîgehan girtî ketine grevê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev grevên li girtîgehan di esasê de tecrîda li Îmraliyê teşhîr dike. Abdullah Ocalan îradeya mîlyonan temsîl dike. Abdullah Ocalan bû sembola aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk. Birêz Ocalan kesê ku dikare aştî û çarseriyê pêk bîne ye.”