3 zarokên wê di greva birçîbûnê de ye: Ez bi têkoşîna wan serbilind im 2021-02-15 09:03:49   Sema Çaglak – Safiye Alagaş   AMED - 2 kurên Kastama Çîçek di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, 3 kurên wê jî niha girtîne û di greva birçîbûnê de cih digirin. Kastama wiha dibêje: “Li dijî vê zilmê me gelek berdel da û em ne poşman in. Çiqas dilê me biêşê jî rastiya zilmê li holê ye. Em mecbur in ku serî rakin û xwedî li têkoşîna wan derkevin.”   Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.  Malbat û xizmên girtiyan ji bo ku balê bikişînin li ser çalakiya grevên birçîbûnê banga hestiyariyê dikin.   Yek ji wan dayikan Kastama Çîçek e ku 3 zarokên wê di çalakiya grevên birçîbûnê de cih digirin. Kenan Çîçek 4 sal in girtiye û li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikaleyê, Ferhat Çîçek ev 5 sal in û Beşîr Çîçek jî ev 6 meh in li Girtîgeha Tîpa D ya Amed de girtî ne.   ' Wahşeta ku li ser me pêk hatiye tu carî bîr nakim'   Kastama Çîçek 65 salî ye û bi eslê xwe ji navçeya Farqînê ya Amedê ye. Kastama ku bi salane ligel malbata xwe rastî zilm û zexta dewletê tê, gelek caran ji warên xwe koç bûne. Kastama di destpêka axaftina xwe de wiha dibêje: “Di sala 1998’an de me ji ber zilma dewletê mala xwe bar kiribû Îzmîtê. Ew çaxê ji ber komploya navneteweyî di gelek deveran de çalakiya grevên birçîbûnê hatibû destpêkirin. Keça min û hevjîna min jî ketibûn grevê. Ez jî çûm wan bibînim. Lê belê li ser avahiya partiye girtibûn û gelek kesên nîjadperest êrîşê me kirin. Em 3 şev û 3 rojan ketibûn nobetê. Piştre hatin êrîşê me kirin û ewilî zilaman birin û îşkenceyê li wan kirin. Piştre jî êrîşê jinan kirin û jin hatin binçavkirin. Em 9 roj di bin çavan de man. Por di serê me de nemabû. Jinikek ducanî hebû. Bi dehan polês bi cop û peniyan êrîşê wê kiribûn. Hema ji me re digotin hûn çima dikevin grevê. Wehşeta ku li ser me pêk hatiye em tu carî ji bîr nakin."   ' 2 kurê min ji ber zilm û zordariyê tevlî PKK'ê bûn'   Kastama anî ziman ku pir caran bi ser mala wan de hatiye girtin ku êdî nayê jimartin û got. “Li Edeneyê, li Îzmîtê û li vir tu carî zexta dewletê li ser me kêm nebû. 2 kurê min ji ber van zilm û zordariyê di sala 1998’an de tevlî PKK’ê bûn. Ew çaxê hevjîna min di girtîgehê de bû. Hevjînê min heya niha 5 caran ketiye girtîgehê. Ne li derve ne jî li hundirê de rehetî didin me. Piştî ku 2 kurê min şehîd ketin, zexta li ser dewletê xwe zêdetir kir. Gelek caran êrîşê mezelê kurê min kirin.”   'Niha jî 3 kurê min di greva birçîbûnê de ne'   Kastaman di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cara dawî ku li ser mala me girtibûn, ji bo kurê min a Beşîr hatibûn. Deriye mala me şikandin. Bi wahşetekî mezin êrîşê kurê min kirin. Her tiştê malê lihev xistin. Piştre kaxizek dan wî ku îmze bike. Di kaxizê de jî nivîsek ‘em çûne ew êrîşê me kiriye’ hebû.  Kurê min jî got ‘ez îmze nakim’. Bi vî awayî wî girtin. Di heman demê de wêneyên zarokên min ên ku şehîd ketibûn dîtin û gotin ‘hûn çima naçin cem malbatên ku li ber dere HDP’a rûniştine’. Piştre wêneyên zarokên me desteser kirin. Her wiha tevlîbûna Beşîr a ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê wek sûc hatibû nîşandan û ji bo girtina wî xistin wek hincet. Cara ewilî 2 kurê min tenê di grevê de bûn, niha jî her sê kurê min di çalakiya grevên birçîbûnê de cih digirin."   'Zilm û zordariya wan erd û ezman tijî kiriye'   Kastama bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tenê dixwaze Gelê Kurd ji binê vê zilmê rizgar bibe û wiha axivî: “Em bi sala ne li pey edalet û mafên xwe ne. Ji bo ku aştiyekê mayînde pêk were berdelan didin. Ev 22 sal in serokê me di nav çar dîwaran de ye. Lê ev zilm û zordariya wan êdî erd û ezman tijî kiriye. Zarokên me çi kirine jî ji bo Gelê Kurd kirine. Hatine girtin, şehîd ketine. Ji bo vê xelkê canê xwe dane. Da ku gelê ji binê vî zext û zilmê xelas bike. Bi sedan girtî li girtîgehan bedena xwe dane ber mirinê û di daxwazên xwe de bi israr in. Niha ev saleke ye ku ji kurê xwe dûr im. Jixwe dema hevdîtinê de bi gelek zehmetiyên re rûbirû dimînin. Gava diçim girtîgeha Kirikaleyê 2-3 roj li derve dimînim. Cihê wî pir dûr e. Me çend caran daxwezname şand ku bînin girtîgehekê nêz lê bersîv nedan me.”    'Ez bi têkoşîna zarokên xwe serbilind im'   Kastama destnîşan kir ku wan tu carî ji têkoşîna xwe tavîz nadin û wiha axivî: "Em li pey zarokên xwe û li pey têkoşîna wan e. Me gelek li dijî vê zilmê berdel daye û em ne poşman in. Em dev ji vê têkoşînê bernadin. Ji ber ku me ji bo vê dozê xwîna xwe rijandiye. Tevî van yekan ez bi têkoşîna zarokên xwe serbilind im. Rihê min her tim bi wan re ye. Ji min re dibêjin ‘Tu dayika lehengan î’ wisa ez gelek bi hestiyar dibim. Çiqas dilê me biêşê jî rastiya zilmê li hemberê me heye û em mecbur in ku serî rakin û xwedî li têkoşîna wan derkevin.”