'Bi berfirehkirina xeta berxwedanê em ê dawî li komployê bînin' 2021-02-15 09:01:36     Sara Şêx Hesen    HELEB - Ji Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê Zeyneb Îbo komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxand. Zeynebê wiha got:" Ji ber Gelê Kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo heta niha têdikoşe loma komplo li ser neket. Roja ku Rêber Apo hatiye dîlgirtin, heta roja îro tu çalakiyên me nesekinîne û me herdem ji dijmin re got hûn nikarin roja me tarî bikin. Li ser vê dirûşmê em ê heta Rêberê xwe ji Girava Îmraliyê rizgar bikin têbikoşin."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployek navneteweyî hate dîlgirtin û ev 22 sal in di Girava Îmraliyê de têkoşînek mezin dide. Têkildarî komploya navneteweyî, ji Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê Zeyneb Îbo nêrîna xwe parve kir.   'Pêkanîna komployê rojek reş a di dîroka kurdan de ye'   Zeynebê diyar kir ku heta roja îro jî komploya navneteweyî bi rêbazên cur be cur dewam dike û wiha domand:"Di serî de em komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi tundî şermezar dikin. Komploya ku li ser Rêber Apo tê meşandin, ji aliyê dewletên navneteweyî ve hatibû plankirin. Hêzên desthilatdar û hegemon xwestin bi vê komployê derbeyekê li hebûna kurdan bixînin. Di heman demê de xwestin fikir û felsefeya Rêber Apo û hebûna wî ji nava me dûr bixînin. Lê belê komplo bi ser neket, ji ber Gelê Kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo heta niha têdikoşe. Pêkanîna vê komployê rojek reş a di dîroka kurdan de ye."   'Bi ked û fikrê Rêber Apo şoreş li Rojava çêbû'   Zeynebê diyar kir ku bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şoreş li Rojavayê Kurdistanê pêk hat û wiha domand: "Gelê Kurd ji bo hebûna xwe bi salan e têdikoşe. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo Gelê Kurd ji tunebûnê xilas bû û ev bi salane e têkoşîna kurdan dewam dike. Di encama têkoşînê de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat, ev yek jî bi ked û fikrê Rêber Apo pêk hat. Her wiha di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ne tenê kurd, hemû pêkhate hilma azadiyê girtin û bi projeya netewa demokratîk xwe ji nû de ava kirin. Erka ku dikeve ser milê me ew e ku em şoreşa xwe biparêzin û xwedî li keda Rêber Apo derkevin."   'Em dikarin bi yekîtiya xwe destkeftiyên xwe biparêzin'   Zeynebê bal kişand yekîtiya kurdan û wiha pê de çû: "Ji dîrokê bigire heta roja îro dijminê kurdan xilas nebûye. Her ku em destkeftiyên dîrokî bi dest dixin dijminê me jî zêde dibin. Her wiha hêzên desthilatdar bi rê û rêbazên cur be cur êrîşî me dikin. Hemû hêzên navneteweyî li dijî kurdan destên xwe dikin yek û planên qirêj dimeşînin. Rêber Apo diyar kir ku em dikarin bi yekîtiya kurdan hebûna xwe mayinde bikin, ji bo wê em dikarin encax bi yekîtiya xwe destkeftiyên xwe biparêzin."   'Bi saya fikrê Rêber Apo zanista jinê Jineolojî derket'   Zeynebê da zanîn ku Abdullah Ocalan azadî û hebûna jinê diparêze û wiha dom kir: "Li tevahî cîhanê çiqas şoreş û rêber derketin, tu kesî wek Rêberê me banga azadiya jinê û hebûna wê nekir. Bi hezaran perpektîf û pirtûkên Rêber Apo ji bo azadiya jinê heye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo zanista jinê Jineolojî derket. Ev zanist li tevahî cîhanê bi nav û deng bû. Em weke Gelê Kurd pir bi siûd in ku Rêber Apo, Rêberê me ye."   'Bi berfirehkirina xeta berxwedanê em ê dawî li komployê bînin'   Zeynebê herî dawî jî daxwazê xwe bi van gotinan anî ziman: "Niha bi hezaran mirov li pey azadîyê ne. Roja ku Rêber Apo hatiye dîlgirtin, heta roja îro tu çalakiyên me nesekinîne û me herdem ji dijmin re got hûn nikarin roja me tarî bikin. Li ser vê dirûşmê em ê heta Rêberê xwe ji Girava Îmraliyê rizgar bikin têbikoşin. Bi berfirehkirina xeta berxwedan û têkoşînê em ê dawî li komployê bînin. Divê CPT jî ji bo azadiya  Rêber Apo helwesta xwe nîşan bide û ji bo azadiya Rêberê me hewil bide."