ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-15 09:00:00     *Rêvebera Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê Zeyneb Îbo komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxand. Zeynebê wiha got:" Ji ber Gelê Kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo heta niha têdikoşe loma komplo li ser neket. Roja ku Rêber Apo hatiye dîlgirtin, heta roja îro tu çalakiyên me nesekinîne û me herdem ji dijmin re got hûn nikarin roja me tarî bikin. Li ser vê dirûşmê em ê heta Rêberê xwe ji Girava Îmraliyê rizgar bikin têbikoşin." DÎMEN HEYE   *2 kurên Kastama Çîçek di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, 3 kurên wê jî niha girtîne û di greva birçîbûnê de cih digirin. Kastama wiha dibêje: “Li dijî vê zilmê me gelek berdel da û em ne poşman in. Çiqas dilê me biêşê jî rastiya zilmê li holê ye. Em mecbur in ku serî rakin û xwedî li têkoşîna wan derkevin.” DÎMEN HEYE   * Fatme Hesen a yek ji jinên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtiye, da zanîn ku fikrê Abdullah Ocalan hêviyên serkeftinê zindî dikin û got: "Rêber Apo hestên welatparêziyê di dilê me de zindî kir û hişt em di jiyana xwe de durist bimeşin. Rêber Apo dixwest di destpêkê de jin bên rêxistinkirin." DÎMEN HEYE   * Dayikên ku bi salane di nav Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê de cih digirin, diyar kirin ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û bigihêje azadiya xwe. Dayikan da zanîn ku tecrîd pirsigrêka hemû gelan e. DÎMEN HEYE   *Aysel ji bo xwendina zarokan berê xwe dide Gimgimê, li vir gelek bi zehmetiyên dijwar re rûbirû dimîne. Ji bo Ayselê çend jiyana li gund zehmet e jî têkiliyên li gund water dibine. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, derbarê komploya navneteweyî de wihat got: “Azadî nêz e. Têkoşîna tê dayîn gihiştiye astekî. Ez bawer dikim ku ev wê bi azadiyê encam bibe.” Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun jî derbarê tecrîdê de wiha axivî: “Heta ku deriyê Îmraliyê venebe aştî û demokrasî nayê vî welatê." DÎMEN HEYE   *Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok diyar kir ku ew deyndarên Rêber Apo ne 15'ê Sibatê ji bo Gelê Kurd rojeke reş e û dîlgirtina mîmarê azadiyê tê wateya dîlgirtina tevaghiya Gelê Kurd. DÎMEN HEYE   *Ji Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrin Raziye Ozturk tecrîda giran ya 22 salî nirxand û got Abdullah Ocalan bûye sembola aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk. Raziyeyê helwesta CPT'yê nirxand û got tecrîda li Îmraliyê erê dike. DÎMEN HEYE   *Dirayet Dîlan Taşdemir a HDP'yî têkildarî êrişa TSK'ê ya li ser Garê wiha got:"Operasyona Garê encama israrkirina siyaseta şer e. Me dît ku ev planeke piralî ye."   *Li Kobanê li dijî komploya navneteweyî dê meş bê lidarxistin. (11.30)   *Li Şehbayê li dijî komploya navneteweyî dê meş bê lidarxistin. (12.00)   *Li Til Temir, Hesekê, Waşûkaniyê  li dijî komploya navneteweyî dê meş bê lidarxistin. (12.00)   *Li Qamişloyê li dijî komploya navneteweyî dê meş bê lidarxistin. (10.30)   *Li Amûdê li dijî komploya navneteweyî dê meş bê lidarxistin. (10.00)   *Li Helebê li dijî komploya navneteweyî dê meş bê lidarxistin. (12.30)