Li Şehbayê Kongreya Star li dijî komploya navneteweyî daxuyanî da 2021-02-14 14:29:13     ŞEHBA - Li dijî komploya navnetewî  ya li ser Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan hatiye meşandin, Rêxistina Kongreya Star a Wargiha Berxwedanê daxuyanî da.   Bi armanca şermezarkirina salvegera 22'emîn komploya navneteweyî li dijî Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan, Rêxistina Kongreya Star a Wargiha Berxwedanê daxuyanî da. daxuyanî li Wargeha Berxwedanê bi tevlîbûna Endam û Rêveberên Kongreya Star hate dayin. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan, pankertên bi nivîsa "Komploya li ser Rêber Apo, komploya li ser vîna gelan, aşîtî û demokrasiyê ye" hatin hildan. Daxuyanî ji aliya Seroka Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd ve hate xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   “Li ser navê koordînasyona Kongreya Star a Wargeha Berxwedanê em komploya navneteweyî li dijî Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan di salvegera wê ya 22'emîn de şermezar dikin. Xwestine bi rêya dîlgirtina Rêber Apo doza Gelê Kurd tune bikin. Armanc ji komployê tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, ji ber dijmin difikirîn ku wê bi dîlgirtina Rêber Apo karibin şoreşa Gelê Kurd ku bûye şoreşa vejînê, têk bibin.   Dijmin di hesabên xwe de bi ser neketin û têk çûn. Gelê me weke bersîv ji hemû hêzên komploker têkoşîna şoreşê bi ser xistin û mirov pêşxitin û kirin xwedî zanîn. Rêber Apo yekem jina kurdistanî perwerde kir û hîşt bibe xwedî hêz û sekinek azad.    Banga me ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê û Rêxistinên mafan ên peywendîdar re ye ku zextê li ser Tirkiyê bidin meşandin. Em azadiya Rêber Apo dixwazin.”    Daxuyanî bi dirûşmA "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.